Bi hilberîna dike kêfxweş dibe

  • 09:45 26 Mijdar 2017
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Beylîn Durmaz a piştî teqawît bû bi hilberîna ku ji kulavan dike û difiroşe debara xwe dike , diyar kir ku  hilberîn ji bo hemû jinan girîng e.
 
Beylîn Durmaz ya li bazara ku ji bo jinan li navçeya Çukurova ya Edenê hatiye tahsîskirin bi keça xwe re berhemên ji kulav çêdike difroşe, balê dikişîne ser girîngiya hilberînê. Beylîn ya piştî teqawît dibe dest bi çêkirina berhemên ji ji kulav dike diyar dike ku vê rewşê bixwe bawerbûna wê jî zêde kiriye û vê bangê li jinan dike: “Bila jin teqez hilberînin.”
 
‘Hilberandin aîdê me ye’
 
Beylînê destnîşan kir ku piştî teqawît bûye jî dest ji xebatê bernedaye û wiha pê de çû: “Li malê ji bo demên xwe yên vala binirxînim min dest bi hilberînê kir. Piştre min bi keça xwe re karê xwe zêdetir mezin kir.  Ev saleke vî karî dikim. Em çûn qursên şaredariyê. Berhemên me pir tên ecibandin.  Ev jî me kêfxweş dike. Em alavên xemlê yên cur bi cur çêdikin.”
 
‘jina dixebite her tim serkeftî ye’
 
Beylînê bi lêv kir ku dibe ku ew zehmetiyan bikişînin lê gelek kêfxweş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek zehmet e lê em ji karê xwe hez dikin. Em berhemên xwe bi bihayek kêm difroşin.  Ez xebatê pêşniyarê hemû jinan dikim. Jina dixebite her tim serkeftî ye.”