Girîngiya rola jinê ya di sûkê de

  • 09:06 22 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî

QAMIŞLO - Li Sûka Navendî ya Bajarê Qamişloyê ku li wir  jin di gelek karan de cihê xwe digirin, derbarê keda jinê de nirxandinên girîng hatin kirin.

Ji bo jiyaneke bingeha wê rast, divê ku mirov beriya her tiştî li dijî keda jinê rêzê bigire. Rola jinê di civakê de pir girîng e. Di heman demê de jî jina ku bi keda xwe civakê ava dike, dikare civakê ji her alî ve, pêş bixe.
 
 Kedkarên jin li ser keda xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn
 
Keda jinê civakê pêş dixe
 
Jina bi navê Ronîda Qiço ku di Sûka Merkezî de cihê xwe digire wiha li ser karê xwe axivî: "Ez û pênc hevalên jin li vir dixebitin. Me bi hev re ev dikan vekirin. Hevalên min Xanim Fehid,Reşa,Reca,Zeka Qazo ne. Ev jin sûryan,ereb û kurd in. Em hemû bi hev re dixebitin. Em pir kêfxweş in. Ji ber ku em weke jin bi hev re jiyana xwe berdewam dikin. Ev 3 meh in ku me ev dikan vekiriye. Ji ber ku keda jinê civakê pêş dixe loma ji bo me xebat girîng e." 
 
Saziyên jinan alikariyeke manevî dan me 
 
Ronîda diyar dike ku wan hinek alîkarî ji saziyên avnetewî girtine û wiha didomîne: "Me gelek alîkarî ji saziyên jinan û Mamoste  Îmad Yûnis girt. Em pir kêfxweş bûn ku me dest bi vî karî kir. Em 15 jin bûn ji me re ezmûn çêkirin û ji nav her 15 jinan em pênc jin bi ser ketin û ev dikan ji me re vekirin."
 
 Jina dikandar Ronîda,di dawiya axaftina xwe de bangewazî li hemû jinan kir ku cihê xwe di her saziyan de bigirin û her jin xwedî li mafê xwe  derkevin.
 
Dema ku ez dixebitim ez bextewar dibim
 
Di heman demê de Xanim silêman jî, li   ser kar û xebata xwe ya  di hûndirê dikana telefonê de  axivî û got: "Ez û çar hevalên xwe di vê dikanê de bi hevalên xwe re kar dikin.  Ez bi kêfxweşiyeke pir mezin dixebitim. Dema ku ez dixebitim ez bextewar dibim. Ji ber ku em wekî jin  karekî hevbeş û bi hev re dikin. Ev ji bo me  weke jiyaneke nûh e. Ji destpêkê de me got, ku em ê pirsgirêka bijîn. Ji ber ku cara yekemîne ku em wek jin vî  karî di civakê de dikin.  Ji ber ku her tim ev kar, karê zilam hatiye dîtin. Civaka me, em bi moralekî bilind pêşwazî kirin. Ev jî ji bo me bû maneviyateke mezin."
 
Xanim di dawiya axaftina xwe de  anî ziman ku ew bi hêvî ne ku her jinek dê xwe di karê aborî, leşkerî û siyasî de xwe isbat bike.
 
Her wiha Perwîn Hecî li ser kar û xebatê xwe di  dikana cilan de axivî û wiha anî ziman: "Ez weke jinekê di vê dikanê de kar dikim bi kêfxweşiyeke mezin. Ji ber ku ew zihniyeta ku bi hezar salan li ser jinê hat meşandin, jinê ew zihniyet şikand û cihê xwe di hemû milan de girt." 
 
Perwîn di dawiyê de anî ziman ku ew di kar de pir bi xwestek e ku tevî jiyana aborî bibe. Bang li hemû jinan kir  ku werin cihê xwe di hemû sazî û dezgehan de bigirin.
 
Bila jin di hemû milan de cihê xwe bigirin
 
Faxîra Beşîr jî hestê xwe wiha anî ziman: "Ez di vê dikanê de  kar dikim, ev bû 3'in ku ez kar dikim. Ji bo ku min zehmetî di jiyana xwe de dît. Ji bo ku zarok û hevjinê min kar nake, ez bi tena xwe kar dikim û zarokên xwe xwedî dikim. Xwestekê min heye ku ez bi tena xwe fêr bibim û dikanekê vekim. Ji bo ku zarokên xwe bi keda xwe mezin bikim. Bangewaziya min ji jinan re ew e ku ew jî tevî kar bibin û cihê xwe di hemû aliyan de bigrin."