Kedxwar sînoran nas nakin

  • 09:07 20 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
AMED - Jinên ji Kobanê ku ji ber şer reviyan û ji neçarî sînor derbaskirin hatine li Amedê bi cih bûne, ji bo debara xwe bikin li zeviyên pebûyan dixebtin.  Jinên ku bi heqrojeke gelek kêm  û di bin şert û mercên gelek xirab de dixebitin  heqê keda wan nayê dayîn.
 
Berî bi 4 salan ji ber şerê ku li Sûriyeyê hat destpêkirin gelek kes ji bo ku xwe ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bikin ji neçarî reviyan û sînorê welatê xwe derbas kirin. Ev kesên ku piştî bi gelek xeteriyan re rûbirû man û sînor derbas kirin jî gelekên wan welatiyên ji rojavayê Kurdistanê ne. Ji van welatiyan du jinên ku ji Kobanê ne û li Amedê bi cih bûne ji bo ku debara xwe bikin niha di şert û mercên gelek xirab de bi heqrojeke erzan li zeviyên pembûyan dixebitin. Jinên ku li van zeviyan ji neçarî dixebitin diyar kirin ku bi heqrojeke gelek erzan dixebitin û heqê keda wan nayê dayîn. 
 
Ji van jinan Kewser Nebî ya ku 31 salî ye got ku wan ji ber zilma DAÎŞ'ê hemû alav û tiştên xwe li dû xwe hiştine û ji neçarî hatine li Amedê bi cih bûne. Kewserê wiha bahsa xwe kir: "Ji bo ku em nekevin destên çeteyên DAÎŞ'ê em reviyan, me sînor deras kir û em hatin Amedê. Li vê derê jî em bi gelek zahmetiyan re rûbirû man. Kesekî tade li me nekir lê alîkariya me jî nekirin. Ev bû 3 sal  ku em li Amedê dijîm. Ez niha li Seyranetepeya Amedê dijîm û têm li gundê Kahbê li zeviyên pebû dixebitim. Dema ku em hatin Amedê xaniyê ku em niha tê de dijîn berê xwediyê xanî heywanên xwe têde xwdî dikirin.  Piştî ku me paqij kir niha em tê de dijîn.
 
'Şert û mercên xebatê zahmet in'   
 
Jina 31 salî Kewser Nebî ji ber şerê ku li Kobanê dest pê kiriye neçar maye ku berê xwe bide Tirkiyeyê. Kewserê got ku  dema ku li Rojava şer dest pê kir wan heywanên xwe, eşyayên xwe li wir hiştiye û bi tenê rihê xwe xilas kirine û wiha got: “Ev 3 sale jî em hatine li Tirkiyeyê ne. Li vir zilmê ji me nekirin lê belê alîkariya me jî nekirin. Ez niha li Seyrantepeyê dijîm û têm li gundê Kehbê(Bağıvar) de jî di nava zeviyên bembû de dixebitim. Dema ku em hatin Amedê xaniyên ku em niha di têde dijîn berê heywanên wan têde bûn. Piştre me bi keda xwe, bi xwêdana eniya xwe ve wê derê weka mal bikar anî. Dema ku em nû hatin vir tû tiştekî me tunebû em heta demekê  li erdê radiketin. Ji ber ku me ji bo xwe karek nedît em niha li zeviyên pembûyan dixebitin. Em di germahiyê de di binê tavê de dixebtin û dema sermayê jî li ber sermayê dixebtin. Lê em bi heqrojeke gelek kêm dixebtin û keda me tê xwarin." 
 
'DAÎŞ'ê hevjînê min revand'
 
Jina 22 salî Amîra Nebî ya ku bi Kewserê re dijî jî  jî got ku dema ku li Kobanê şer derketiye  gelek welatiyên li wê derê ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê,  di nav  van welatiyan de jî hevjînê wê jî heye û ew jî bo ku nekeve destên van çeteyan niha li vir e. Amîra wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevjînê min  niha di destê DAÎŞ’ê de ye û hetanî nihan min tu agahî jê negirtiye. Ez  nizanim ku hevjînê min dijî an jî mirî ye. Ev  3 sal e ku ez li Amedê dijîm lê li vir jî zilma dewletê gelek zêde ye û şert û mercên ku em tê de dijîn gelek xirabin. Ez niha li zeviyên pembûyan dixbitim. Em sibehê dema ku tîrêjên rojê divêjin ji malê dertên û heta ku dibe tarî em vedigerin. Lê heqroja ku em distînin jî bi kêrî tiştekî nayê. Em kedek mezin didin û heqrojek gelek kêm digirin. Keda me tê xwarin û heqê keda me nayê dayîn."  
 
Amîra û Kewserê herî dawî diyarkirin ku piştî welatê wan rizgar bibe dixwazin vegerin welatê xwe û li ser axa xwe azad bijîn.