Çanda ku bi keda jinê hata roja îro hatiye: Nanpêjî

  • 09:26 15 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Rûken Goman
 
GRIKÊ LEGÊ -  Xebatkarên Firneya Zagrosê ku derbarê girîngiya kar û xebata jinê de axivîn diyar kirin ku divê jin ji bo xwe ji koletiyê rizgar bike kedê bide, ji ber ku ked yek ji xalên bingehîn a ku jinê ber bi serkeftinê ve dibe ye.
 
Ji bo xwedîderketina li ked û nirxên jinê, jinên firneya Zagrosê diyar kirin ku bila jin  hebûna xwe  bidin avakirin dest bi dest aboriya xwe xwurt bikin û ev titş gotin: "Divê ku jin xwe ji koletiyê rizgar bikin. Ji bo vê jî divê ku em hêz û keda jinê bikin yek. Ji ber ku ked yek ji xalên bingehîn a ku jinê ber bi serkeftinê ve dibe ye." 
 
Di çarçoveya kar û xebatên  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û xurtkirina aboriya jinê de, li bajarê Girkêlegê bi kombûna 7 jinên kurd ,erab firneya nan a bi navê 'Zagros' hat vekirin. Li vê firneyê ji  23'yê  meha tîrmihê de ji aliyê jinan ve  ji bo xizmeta civakê dest bi hilberînê hatiye kirin . Gel bi kêfxweşî berê xwe dide firnaya ku jin dixebitînin e.
 
'Keda jinê hebûna wê ye'
 
Yek ji xebatkara  firneyê Canda Hemo  diyar kir ku  kar û xebata ji bo civakê yek ji destkeftiyên jinan ku ji destên wan hatiye girtine û wiha got: "Bi vekirina vê firneyê re  me xwest ku em jî  bi keda xwe wekî jin mora xwe li destkeftiyên jin bixin. Fikra vekirina firneya jinê. Di rewşeke ku pirgirêkên aborî  yên civakê zêde bû çêkirina nan bi dest û keda  jinê derfetekê bû.  Ji aliyekî din ve jî ji bo ku em jin hêza xwe nas bikin û li îradeya xwe xwedî derbikevin me dest bi vê xebatê kir . Lê em dixwazin rastî û zîrektiya jinê jî bi vî kar û xebata xwe ji  civakê re nîşan bidin.  Bi rastî jî di nava dîrokê de napêjî her bi destê jinê hatiye kirin û me jî xwest ku em vê mîrasa dîrokî ku ji jinê maye ji tevahiya civakê re îspat bikin." 
 
Xebatkara firneyê ya  ereb Hedîl Ehmed jî diyar kir ku xebat li firneyê di jiyana wê de gelek guhertin çêkirine û wiha got: "Destpêkê ez dikarim bibêjim ku
xebatkirina min ya  di vê firneyê de gelek guhertin di jiyana min de pêk anîne. Yek ji van guhertinan  jî naskirina girîngiya xebata jinê ye û berhemên destên wê ne. Ez bixwe şagirta dibistanê me. Li kêleka xwendina xwe ez danê êvarê di firnê de xebtim. Ez pir kêfxweşim ku ez  bi xwe debara xwe dikim. Bi xebata li vê firneyê tecrûbeyeke min ya pir mezin di jiyanê de çêbuye. Em weke jinên erab hêvî dikin ku di dema pêşiya me de jî em projeyên hin berfirehtir pêk bînin.  Êdî asta koletiyê hat derbaskirin. Dem dema pêşketina jinê ye.  Divê ku em hêza xwe bikin yek. Ji ber ku ked yek ji xalên bineghîn  ya pêşxistina jinê ye."