Funda ya bû dayik betal hiştin: Divê jin qadên azad biafirînin

  • 09:18 15 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî

Duygu Erol/Habibe Eren

ENQERE- Funda Polat ya pîşeya wê muhasebe bû, piştî welidînê ji karê xwe bû. Fundaya ku serî li dijî pergalê netewand, odeya xaniyê xwe veguhert atolyê û dest bi hilberînê kir.  Fundayê diyar kir ku divê jin qadên ku jin dikarin xwe azad bikin, biafirînin.
 
Funda Dogan ya pîşeya wê muhasebe beka wê 8 mehiye û ji ber zaroka wê heye serlêdananên kar jî bê encam tê hiştin. Fundayê diyar kir ku divê jin qadên ku xwe azad dibînin biafirînin û an jî mêr jinan hepsê malê dikin.
 
Ducanî hincet nîşandan
 
Fundaya ku ewil kar nedît li cem xaltiya xe tezgahek biçûk vekir û xebitî û bi ducaniyê re li malê xebitî.  Fundayê got: “Min ji ciwanan re xişir toqe çêdikir. Piştî ducaniyê ez li malê xebitîm.  Ya rast kes tinebû ez zaroka xwe bihêlim. Ji ber vê ez li malê xebitîm.”
 
Odeyek mala xwe kir atolye
 
Fundayê diyar kir ku ji ber ducaniyê ew kesî ew negirtiye kar û ev tişt vegot: “Bi taybet mirov ducanî bin û zaroka biçûk hebe, kes mirovan nagire kar. Mirov li şûna şekirê mehrê, kulîkan belav dikin. Ez jî sulukentê digihînim. Ev jî bi lêkolîn û hezkirina kulîlkê dest pê kir. Min odeyek xaniyê xwe veguhert atolyê. Her ku sîparîş hat min hilberîn kir. Jinek dikare bi zaroka xwe re jî her tiştî bike.  Yanî dayikbûn li pêş xebatê ne astenge.”