Ji jinên hatin îxrackirin atolye: Hiyerarşî tine, têkoşîna rêxistinkirî heye

  • 09:18 14 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren/Duygu Erol
 
ENQERE - Jinên kedkarên cemawerî ku hatin îxrackirin li Batikentê hatin cem hev û du atolye ava kirin. Jin li atolyeyê piştevanî û hilberînê pêk tînin û hiyerarşiyê red dikin.  Canan Çaglayan ku di atolyê de cih digire diyar kir ku ji bilî têkoşîna rêxistinkirinê tiştek tine û ligel vê ji divê em jiyanê bihûnin, berxwedanê bidomînin.
 
Jin li ser sîparîsan  cil û berg, xişir û hilberînên malê hildiberînin û di festîvalan de standan vedikin û hilberînên xwe difroşin. Canan Çaglayan ya mamostey a20 salan bû, atolya li Batikentê ava kirine ji JINNEWS’ê re vegot.
 
Cananê balkişand ser fikra avakirina atolyê û  wiha got: “Em bi KHK’a ji karê me girtin. Keda me xesp kirin. Yanî bi awayekî em mahkumê birçîbûnê kirin.  Li dijî vê jî me biryara pêşxistina piştevaniyê kir. Me rêxistinbûn û têkoşîna xwe berdewam kir û fikra atolyeyê derket holê. Me gelek nîqaş meşand ku em atolyê çawa bikin.  Em niha nîqaşa koperatîfekê dimeşînin. Du atolyê me hene. Ya yekem ya dirûnê ye, ya din jî ya xwarinê ye. Ev nêzî salekê ye me vekiriye.”
 
Cananê diyar kir ku  niha hem berxwedana Yukselê û hem jî çalakiyên KESK’ê li her derê didomin û got: “Ji bilî wê ji ber faliyetên sendîkal berpirsyariya me hemûyan heye.  Ligel vê teqez divê em kolan û qadan bikar bînin. Divê ev berxwedan mezin bibe.  Ji ber li holê bêmafiyek mezin heye. Ev xespkirineke. Ji bilî têkoşîna rêxistinkirî jî wekê din rê tine.”