Feray Aytekin: Talîmata serokomar di perwerdê de kaos afirand

  • 09:22 26 Îlon 2017
  • Ked/Aborî

Zulal Koçer

 
STENBOL - Seroka Egîtîm Senê a Giştî Feray Aytekîn Aydoganê der barê gûherên di mufredeta perwerdê de axivî û got: “Emê ne mufredeta cîhanê, mufredata zanistê vebêjin, emê mufredata demokrasiyê, aştiyê û wekheviyê vebêjin. Bi talîmata serokomar di perwerdê de kaos hatiye afirandin.”
 
Her sal di pergala perwerdehiyê de guherîn tên kirin. Îsal jî buherîn bi mufredatê dest pê kir û niha jî piştî îfadeya serokomar Tayîp Erdogan ‘bila TEOG rabe’ şûnde ji nûve guherînek hat jiyîn. Der barê mijarê de seroka giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan axivî.
 
‘Mufredata nû zayenpereste’
 
Ferayê destnîşan kir ku vê pergalê dibistanên îmam hatîbê ferz kiriye û rewşên di encama vê de derdikevin holê wiha vedibêje: “Zewaca zarkên keç di çarçoveya kevneşopiyan de tê îfadekirin û ev jî nasnameya jinê tine dihesbine, li dijî hevjînê xwe serî tewandinê wek îbadet nîşan didin.  Ev jî zayenperestiya mufredatê derdixe holê.”
 
Ferayê bi lêv kir ku di asta niha de du mîlyon zarok ji perwerdê dûr ketine û karkeriya zarokan zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku teşwîqên ji bo dibistanên taybet hatine veqetandin ji bo dibistanên taybet nayê veqetandin. Di naveroka dersan de jî bi giştî zimanê piyasayê tê bikaranîn.”
 
Zimanekî netewperest tê pêşxistin
 
Ferayê daxuyakirin ku Tirkiye bi nasname û baweriyên cuda tije bûne û wiha pê de çû: “Zimanekî netewperest tê pêşxistin. Li ser tinekirina nasname û baweriyan, yek tîpkirinê mufredat tê bi teşekirin.
 
Ferayê balkişand ser daxuyaniyên serokomar yên wekê ‘Ez bûyera TEOGÊ naxwazim û êdî vê şaş dibînim.’û wiha got: “Di esasê de bi daxuyaniya serokomar pêngav tê avêtin. Lê daxuyaniya serokkomar jî di sê çar rojan de rizandin.  Me wek Egîtîm Senê bi salane îtîrazê pergalê kir.  Ji ser TEOG’ê bi talîmata serokomar kaosek nû hat afirandin.”