Jin bi awayê kolektîf amadekariya zivistanê dikin

  • 09:12 26 Îlon 2017
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED - Li gundê Tilalo yê navçeya Sura Amedê bi hatina payîzê re jinan bi hev re dest bi çêkirina konserve  kirin.
 
 Jin li şûna ku konserveyên fabrîqayan bikirin bi destê xwe berhemên xwe yên li bostanan çandine berhev dikin û bi vî awayî amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku amadekariya zivistanê dikin ji berhemên xwe yên çandine ji bo zivistanê konserve amde dikin.
 
Li gundê Tillo yê navçeya Sura Amedê jî bi hatina payizê re jin ji bostanên xwe berhemên xwe kom dikin û ji bo zivistanê dikin konserve û hiltînin. Jina bi navê Hekîme Sirtlan (48) ya ku li gundê Tillo konserve amade dike got ku ew her sal di demsala bihar û payizê de dest bi amadekariyên zivistanê dikin û wiha got: “Em ji bo amadekariya zivistanê bi awayekî kolektîf dixebitin. Jinên ku tên alîkariyê hinek ji wan zebze hûr dikin û hinek jî konserve çêdikin. Em bi vî awayî hem karê xwe dikin û hem jî ji ber ku em tên gel hev em kêfxweş dibin. ”
 
'Hem di warê aborî de gelek baş e'
 
Hekîmeyê di berdewama axaftina xwe de got ku bi taybetî tiştên fabrîqayan nakirin  û wiha bi lêv kir: “Em di bedêla ku ji fabrîkeyan konserve bikirin ji baxçeyên xwe yên ku em diçînin ji bo zivstanê konserve amade dikin. Bi vî awayî hewce nake ku em zivistanê biçin sebze bikirin. Ji ber ku sebzeyê zivistanê hem ne xwezayî ye û hem jî buha ye.  Lewra jî konserveyên xwezayî hem di warê aboriyê de  û hem jî di warê tendirustiyê de gelek başe. Dema ku bostanê me hebe em ji bostanê xwe berhemên xwe kom dikin û amadekariya zivistanê dikin. Ger ku baxçeyê me tune be jî em payizê ji bazaran sebze distînin û ji bo zivistanê amde dikin.  Zebzeyên ku em amade dikin em di serî de hur dikin û piştre didin ser agir dikelînin. Piştî ku keliya bêyî ku sar bibe em dixin şûşeyan û devê şûşeyê kapax dikin. Piştî ku me qapaxa wê girt êdî ji bo zivistanê amade ye. 
 
“Dikana Hekîmê”
 
Hekîmeyê ligel bostanê ku çêdike ji bo ku debara xwe bi awayekî hêsan bike dikanek jî vekiriye. Hekîmeyê di dikana xwe ya ku vekiriye de berhemên xwe yên ku ji bostan kom dike û yên ku ji şîr çêdike difiroşe û pê debara xwe dike.  Hekîmeya ku ji bo di warê aborî de debara xwe bike dikan vekiriye wiha dibêje: "Divê jin di warê aborî de bikaribin debara xwe bikin û mihtacî kesekî nebin. Jinên ku di hemû waran de zîrek in wê di barê bazirganiyê de jî zîrek bin û bikaribin debara xwe bikin."