Bi dirûngeha ku vekiriye debara mala xwe dike

  • 09:12 25 Îlon 2017
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED- Pinar Yaşara ku 24 saliye û ji bo ku debara mala xwe bike dirûngeh vekiriye bi hevjîne xwe re dixebite. Pinarê got ku bi karê xwe serbilind e ji ber ku bi hevjînê xwe re bi awayekî wekhev hilberînê dikin û debara mala xwe dikin.
 
Jina bi navê Pinar Yaşar ku 24 saliye û bi eslê xwe ji Qosera Merdînê ye piştî ku zewiciye hatiye gundê palukê yê Sura Amedê bi cî bûye. Pinara ku dayîka zarokekê ye ji bo ku debara xwe bike ev saleke dirûngeha bi navê Dirûngeha Qoserê vekiriye. Pinarê got ku ji ber tû kar tune ye û hevjînê wê jî nikare bixebite ji bo xwe dirûngeh vekirine. Pinarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dema ku ez zarok bûm dayîka min jî dirûnkarî dikir. Dema ku dayika min ev kar dikir min jî ew temaşe dikir û ez jê fêr bûme.  Niha dema ku ez didirûm keça min jî min jî wekî ku min li dayika xwe temaşe dikir ew jî li min temaşe dike."
 
'Karekî zehmet e'
 
Pinarê di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku çawa her kar li gor xwe zehmete ev kar jî li gor xwe zehmet e û wiha pêde çû: "Mesela zehmetiya wê; kincên ku em ji bo kiryaran didûrin carna  naecibînin û em dîsa ji nû de didirûn. Ji ber ku ez qumaşê van kincan ji Qoserê tînim  dîsa zahmetiyan dikişînim. Bûhayê qûmaş li gorî qumaş diguher e. Mesela qûmaşê erzan û yê bûha  heye. Zahmetiyeke min a din jî ew e ku li aliyekî malê bi rêve dibim û li aliyê din jî dirûngehê bi rêve dibm e.  "
 
'Jiyana me yek e'
 
Pinar a ku kargeha xwe bi hevjînê xwe re rêve dibe anî ziman ku ji ber hevjînê  dixebite ew gelek  kêfxweş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em her tim bi hev re dest bi kar dikin û bi hev re diqedînin. Em her tim di karê xwe de wekhev in. Bi hevre bêhna xwe didin.  Bi kurtasî em hertiştî bi hev re dikin. Jiyana me yek e.  Jinên li vî gundî hinek li zeviyan dixebitin û hinek jî li tekstîlê dixebitin û debara xwe dikin.  Hin jin jî li malê dixebitin."
 
'Divê wekheviya jin û mêr hebe'
 
Pinar di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwaze  hemû jin bixebitin û mihtacî tû kesekî nebin. Her wiha anî ziman ku ew dixwaze di navbera mêr û jinan de wekhevî hebe.