‘Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye’

  • 14:54 27 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
 
MANÎSA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari li navçeya Şehzadeler serdana karkerên çandiniyê û cotkaran kir û got ku pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de li navçeya Şehzadeler a Manîsayê serdana karkerên çandiniyê yên demsalî kir. Tulay û şandeya pê re çûn nav baxçeyên firîngiyan û bi karker û cotkaran re civiyan û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. 
 
Tulayê di serdanê de axivî û diyar kir ku ew li Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya hevdîtinên “Nan û Edaletê” de bi karkeran û cotkaran re hevdîtin dikin û li pirsgirêkên wan guhdar dikin. 
 
Karker û cotkar bi gazinc in
 
Karkeran gazinc û pirsgirêkên xwe ji şandeyê re gotin û destnîşan kirin ku pirsgirêka wan a herî mezin debar e. Karkeran dan zanîn ku ji serê sibehê heta êvarê bi yewmiyeya 850 lîreyî dixebitin û dema ew derdikevin dan û standinê nikarin tiştekî bikirin û nikarin kirêya xwe bidin. Karkeran got ku sîgortayên wan tune ne û xwarina xwe jî ji malê tînin. 
 
Xwediyê zeviyê ku firîngî çandine jî da zanîn ku ew nikarin berhemên xwe bifiroşin û ev rewş hem bandorê li ser wan dike û hem jî bandorê li ser karkeran dike. 
 
'Pêdivî bi nan û edaletê heye’ 
 
Tulayê jî axivî û diyar kir ku di van deman de bi debara bi xwêdana eniyê gelek zehmet e û wiha got: “Goşt, şîr û nan biha dibin û hesabê wê nayê kirin. Li Tirkiyeyê birçîbûn û xizanî her ku diçe zêde dibe. Berê yek kes dikaribû debara malbatê bike. Lê niha zarokên 14 salî dibêjin ‘em nikarin debara xwe bikin’. Cotkarên biçûk jî di rewşeke dijwar de ne. Firingîyên wan di nav zeviyan de dimînin. Fabrîqeyên ava bacanan ji bo berhemên cotkaran bi erzanî bikirin, di navbera hev de li hev kirin e. Em ê pirsgirêkên cotkar, karker, jin û zarokan bînin ziman. Pêdiviya vî welatî hem bi nan û hem jî bi edaletê heye. Heke îro zarokek 14 salî li di nav zeviyan de bixebite, em nikarin qala edaletê bikin. Ji bo em gilî û gazinên we bidin bihîstandin, em ê têbikoşin.” 
 
Şandeyê serdana li vir bi dawî kir û vê carê derbasî navçeya Golmarmarayê bû û dê li vir jî serdana karkerên çandiniyê bike.