‘Têr nake lê em neçarin’

  • 09:02 27 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN -  Jinên wek karkerên demsalî li Westanê li nav erdan di bin germê de dixebitin, ji bo zivistanê debara xwe bikin havînê kedê didin. Jinên bi giranbûna krîza aborî re ji bo barê debarê hinekî sivik bikin dixebitin wiha gotin: “Têr nake lê em neçarin bixebitin.”
 
Li Wanê bi hatina havînê re karkerên demsalî yên jin  li nav erdan dixebitin. Li Westan a Wanê jin li nav erdên fêkî û sebze dixebitin û pê debara xwe dikin. Jin ji bo zivistanê debara xwe bikin seranserê havînê li baxçeyên sebze û fêkî, dixebitin. Ji bo vê her sibeh ji navenda Wanê saet di 05.00’an de diçin Westanê û di 7’an de dest bi kar dikin heta 18.00’an di bin tavê de dixebitin. Li nav erdekî hejmara xebatkarên jin 15-20 e.  Jinên seranserê rojê dixebitin rojaneya wan tê li ser 600 TL’yî.
 
Jinan diyar kirin ku hema hema hemû bi salane vî karî dikin û hevjînê wan jî li înşatan dixebitin. Ji her temenî jin ji bo debara malbatê li nav erdan kedek mezin didin. Jinên ku neviyên wan hene jî hene û yên 16 salî jî hene. Piraniya jinan diyar kirin ku zarokên wan yên diçin dibistanê hene û ji ber debar zehmet bûye neçarin tên li nav erdan dixebitin. Jinan bi lêv kir ku her sal sê mehan heta meha îlonê li baxçeyan dixebitin.
 
Jinan daxuyakirin ku zivistanê kar tune ye û havînê dixebitin. Jinan diyar kirin ku li fabrîqeyan mûçeyê jinan nayê dayîn û ji bo wan karê herî baş li nav baxçeyan xebat e.
 
Jinan da zanîn ku li baxçeyan fasule, îsot, bacan, firingî, zebeş û petêx tên çandin û di vê mehê de fasuleyan kom dikin. Jinan gotin ku di demên pêş de wê firingî bigihêjin û piştî komkirina wan wê pereyên qezenc dikin wê hewl bidin pê debara xwe salekê bikin.