Bêrîvanên ji gundê Xokanê: Em heqê keda xwe nagirin

  • 09:02 20 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Jinên xelkê gundê Xokanê ya Elbaka Wanê serê sibê berê xwe didin zozanan û li vir pezê xwe didoşin. Ji bo debara xwe bikin jî şîr û penîrê xwe difroşin. Lê jinan diyar kir ku şîr û penîr pir erzan diçe û keda wan hemû vala diçe.
 
Jinên li gundê Xokan ê navçeya Elbaka Wanê dijîn, serê sibê zûtir radibin piştî ku karên xwe yên malê diqedînin, saet di 08.30'an de li maşînên xwe siwar dibin û berê xwe didin zozanan. Salên borî bi hespan diçûn, lê di salên dawî de jî bi wesayîtan berê xwe didin zozanan. Zehmetiya ku hêj serê sibê li malê destpê dike di rê de jî didome û heta xwe dighînin zozanan. Piştî rêwîtiyeke bi qasî nîv saetê digihêjin zozanê. Pez û bizinên xwe didoşin.
 
Bi şîr û penîr debara xwe dikin û jinan destnîşan kir ku ji ber ku beranberê karê ku dikin nikarin debara xwe bikin û gazincên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.  
 
Li gund erzan e li Wanê buhaye 
 
Ayten Ozdemîr, di axaftina xwe de wiha behsa karûbarê xwe kir: "Dema biharê pezê xwe li nezî xwe digirin û didoşîn lê dema hewa germ dibe berê xwe didin zozanan. Nêzî du mehan em li zozanan dimînin. Dema dibe payîz jî giha tên dirûtin em carek din tên nêzî gund. Em serê sibê heta êvarê li ber tavê dimînin. em şîrê ku li  vir didoşin dibin gund. Li gund difroşin lê belê gelek erzan em difroşin. Kesên ku ji me dikirin dibin Wanê bihatir difroşin. Em beranberê keda xwe nikarin debara xwe bikin. Gelek mal bi firotina şîr debara xwe dikin lê belê niha gelek zehmet e."
 
Nikarin pê debara xwe bikin
 
Hacer Kardaş jî xelkê gundê Xokanê ye û wiha ajansa me re axivî: "Herî dereng em saet 09.00'an de ji malê derdikevin û berê xwe didin zozanan. Heta saet 13.00'yan li zozanê dimînin. Piştî ku pezê xwe didoşin berê xwe didin gund. Em şîrê ku didoşin ji makîneya şîr re derbas dikin û piştre dikin penîr. Hatin û çûyîna me ya zozanan gelek zehmet e. Her wiha karê me piştî vegera gund jî xilas nabe. Em tên malê piştre dest bi nan petinê dikin. Ji ber ku niha dema giha dirûtinê ye û palê hene û em ji bo wan jî xarin amade dikin. Em şîrê ku didoşin dikin penîr û didin çerçiyan. Bi rastî dema em şîr û penîr difroşîn jî em pereyeke zêde qezenç nakin û em nikarin pê debara xwe jî bikin." 
 
Rêvitiyeke pir zehmet e
 
Behiye Kardaş wek Hacer û Aytenê wiha behsa karê xwe kir: "Ez serê sibê zû hîşyar dibim û hevîr dikim û piştre diçim çelakan didoşim. Dû re jî nanê xwe dipêjim û berê xwe didim zozanan. Rêvitiya ber bi zozanan gelek zehmet e ji ber ku rê qet nebaş in. Ji bo me hem kar zêde ye û hem jî zehmet e. Em heta derengê rojê di bin tavê de pez didoşin. Em wan zehmetiyan hemû dikişînin lê belê em şîr û penîrê xwe pir erzan didin çerçiyan. Em nikarin debara xwe bikin û heqê xwe bigirin."