Hevdîtina ‘nan û edeletê’: Pêkanîna piştevaniyê peywira me hemûyane

  • 17:47 17 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
ANTALYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Antalyayê di çarçoveya ‘nan û edeletê’ de  tevli civîna ku pêk hat bû û da zanîn ku ber lêçûnên zêde dibin karkerên çandiniyê di rewşek zehmet de ne û balkişand ser girîngiya piştevaniyê.
 
Hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya kampanya ‘nan û edelet’ de li navçeya Kepez a Antalyayê bi rêxistinên civaka sivîl re hatin gel hev. Civîn li Navenda Çanda Mîmar Sînan pêk hat. Parlamenterê Dem Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç, hevserokên DEM Partî yên Antalyayê  û gelek nûnerên civaka sivîl tevli bûn.
 
Tulay Hatîmogullari di civînê de da zanîn ku bi vê kampanyayê wê piştgiriyê bidin têkoşîna karker û kedkaran.
 
Li Tirkiyeyê jiyan bihaye
 
Tulayê balkişand ser pisgirêkên ku karker û kedkar dijîn û got ji ber her tişt bihaye çotkar lêçûnên xwe nikarin derbixin.  Tulayê wiha dirêjî dayê: “Li Antalyayê jî pirsgirêk hene. Turîzm di şertên heyî de li Tirkiyeyê 12 mehên salê dikare bê kirin. Li vî welatî gel û baewriyên cuda hene.Bê xwestin ne tenê li Antalya û Egeyê li her derê dikare turîzm 12 mehan bê kirin.”
 
‘Divê em aştiyê biparêzin’
 
Tulayê balkişand ser qedexeyên zozanan yên li Kurdistanê û got di rewşa feraseta ewlehiyê bidome wê turîzm pêş nekeve û got divê aştî bê parastin. Tulayê daxuyand ku divê israra di aştî û demokarasiyê de bê domandin.
 
Pêkanîna piştevaniyê peywira me hemûyane
 
Tulayê wiha dirêjî dayê: “Li welat her roj herî kêm 3 karker jiyana xwe ji dest didin. AKP ji roja hatiye sektora înşatê mezin dike. Di şertên heyî de ger aborî bê mezinkirin divê fabrîka bên vekirin. Lê van fabrîqe girtin.  Di 22 salan de her tişt taybet kirin. Fabrîqe girtin. Li dijî vê divê piştevanî bê mezinkirin. Divê îtîraz bên rêxistin kirin. Edelet tunebe nan jî tuneye. Em ê rêxistinbûna xwe bidomînin.”