Li Şemzînanê şerê debarê yê bi keda destan…

  • 09:03 15 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
 
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Medîne Tekîn Akbaş a ku li Şemzînanê ji bo debara xwe bike û ji bo perwerdehiyê bide zarokên xwe çewalan çêdike, diyar kir ku toza kevirê ku wê ji Stenbolê anîbû û kîloya wê bi 25 TL, her kulîlk jî 15-20 TL ye. Medîne Tekîn Akbaş xwest xebatên jinan bên dîtin.
 
Ji ber polîtîkayên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine destnîşankirin, welat di nava krîzeke aborî de ye. Feqîriya mirovên ku nikarin debara xwe jî bikin, her roj kûrtir dibe. Jinên ku nayên dîtin di nava vê xizaniyê de bi her karî re dest bi xebatê dikin, bi firotina kelûpelên xwe yên destan bi 20-30 TL'yî hewl didin rojê rizgar bikin. Medîne Tekîn Akbaş a li navçeya Şemzînan a Colêmergê dijî, yek ji navên ku li dijî krîza aborî têdikoşe ye.
 
Em li çîroka Medîneyê guhdarî dikin, ku ev nêzî du sal in li malê  çêkirina bibloyan dike da ku debara malbata xwe bike û zarokên xwe bide xwendin...
 
‘Divê ez tevkariyê li malê bikim û zarokên xwe perwerde bikim’
 
Medîne diyar kir ku ji bo xwendekarên xwe perwerde bike ev nêzî 2-3 sal in di karê kincan de ye û diyar kir ku teqawidiya ku ew distînin têra kirê û hewcedariyên malê nake, ji ber vê yekê odeyekê li malê vediguherîne atolyeyê dike û biblo çêdike. Medîneyê wiha got: “Divê ez tevkariyê li malê bikim û zarokên xwe perwerde bikim. Materyalên fîgurên ku ez çêdikim biha ne, lê ez mecbûr im. Em toza keviran ji Stenbolê dixwazin, kîloya wê 25 TL ye. Her çîçek 15-20 TL ye. Ji bo ku zerarê nede zarok û mala xwe ez vî karî berdewam dikim. Ew tevkariyek piçûk dike, lê em mecbûr in. Li Şemzînanê tiştekî din ê me tune ye."
 
 
Keda nedîtbar
 
Medîne, diyar kir ku çêkirina bibloyan zehmet e, lê ew jê hez dike û got ku ew bi saetan li hin bibloyan û bi rojan li hin bibloyan xerc dikin. Medîneyê wiha got: “Piştî ku ez karê malê diqedînim, ez hemû wextê xwe bi çêkirina bibloyan derbas dikim. Van rojan debara jiyanê  pir zehmet e. Her tişt zêde bûye û nayê kirîn. Gel di nava krîzeke mezin de ye. Bêyî vî karî, zehmet e ku debara xwe bi teqawidiyê bike. Di vê serdemê de jiyan pir dijwar bûye û ne hêsan e ku mirov bi ser bikeve. Ger tu xwendekar bî û tu kirê bikî, tu zehmetî dikişînî. Lê jin çiqasî bixebitin jî hewldanên wan nayên dîtin. Civak bi giştî dibêje ku divê jin li malê bimînin û tenê karê malê bikin. Lê em jin hewl didin hem karê malê bikin hem jî debara mala xwe bikin."
 
'Ger deriyên sînor bên vekirin dê rêya bazirganiyê jî bê vekirin'
 
Medîne diyar kir ku piştî deriyê sînor ê Şemzînanê ji bazirganiyê re hat girtin gel zêdetir bi qeyranên aborî re rû bi rû ma û wiha got: “Eger deriyên bazirganiyê vekirî bibûna min ê vî karî nekira. Li Gever û Derecikê deriyên sînor hene, lê mixabin nahêlin ti kes bazirganiyê bike. Ger ew derî ji bazirganiyê re vebibûna, dê mirov ewqas zirar nedîtiba. Em bêxew dimînin, ji bo ku mexdûr nebin em heta sibê bi bibloyan re mijûl dibin, lê deriyên sînor digirin û me mexdûr dikin. Tu kes li me nafikire.”
 
 
Pêvajoya çêkirina bibloyan
 
Medîne derbarê pêvajoya çêkirina bibloyên ku bi saet û rojan dixebitî jî wiha got: “Her bibloyek xwedî qalibekî cuda ye. Em toza kevir dadigirin qalibên xwe, dihêlin 45 hûrdeman rûne û dûv re dipêjin ku hişk bibe û şeklê xwe bigire. Dûv re, piştî ku ew sar bû, em pêvajoya boyaxkirinê didomînin. Ji bo ziwabûna boyaxê 1 roj lazim e. Carna em sipariş distînin û carinan jî tiştên ku me çêkirine diparêzin. Em carna dikan bi dikan diçin ku bifroşin. Em gelek wext derbas dikin.”
 
'Bila hewldanên jinan bên dîtin'
 
 
Medîneyê diyar kir ku jin di her qadê de bi hêz û xwedî têkoşîn in û got ku ew weke jin tu carî dest ji têkoşînê bernadin û jiyana wan her tim têkoşîn e. Medîne wiha got: “Jinek bixwaze dikare her tiştî bike. Divê ti jin xwe ji  kar nehêle. Ez dixwazim keda min bê dîtin. Ez dixwazim niha xebatên jinan bên dîtin.”