Sebahat Yazgîn a 70 salî bi firotina destmalan debara xwe dike

  • 09:03 8 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Sebahat Yazgin 15 sal in bi firotina destmalan debara xwe dike û wiha dibêje: “Me ji ber xizaniyê ji warê xwe koçî Stenbolê kir. Lê em li warê xwe jî xizanin bûn li vir jî xizan in. Ji ber krîza aborî em nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin.”
 
Şer, xizanî û krîza aborî her diçe giran dibe. Fatureya şer, krîzê dîsa herî zêde li jinan tê birîn. Li Tirkiyeyê bi mîlyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin û nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin. Polîtîkayên şer ên ku destilatdariya AKP-MHP'ê bi salane dimeşîne, xizaniyê roj bi roj giran dike. Li Tirkiyeyê ji 7’an heta 70’ê welatî xizaniyek giran dijîn û Sebahat Yazgin a 70 salî jî yek ji van e. Sebahat û malbata xwe 30 sal berê ji ber xizaniyê ji Sêrtê koçî Stenbolê dikin û wiha dibêje: “Em li warê xwe xizan bûn li vir jî xizanin.” Sebahat 15 sal in havîn zivistan, di germê û sermayê de bi firotina destmalan debarê dike. Sebahat ji ajansa me re axivî.
 
‘Em li warê xwe xizan bûn li vir jî xizan in’
 
Sebahat Yazgin a 70 salî da zanîn ku ji ber xizaniyê mala xwe terk kirine û hatine Stenbolê bi cih bûne û wiha got: “Em li bajarê xwe xizan bûn em hatin vir jî xizan in. 30 sal berê em hatin Stenbolê. 30 sal in em di kirê de ne. 15 sal in destmalan difroşim. 7 zarokên min hene. Du zarokên min nexweş in ez li wan dinêrim. Kurekî min jî li vir bû hem destmal difrot hem dixwend. Lê biguman ket behrê û jiyana xwe ji dest da. Ji ber şertên aborî nikarim zarokên xwe bibim nexweşxanê. Li Tirkiyeyê merhemet nema ye. Xizan tam xizan, dewlemend tam dewlemend in. Kes xwedî li kesî dernakeve. Mexdûriyet roj bi roj giran dibe.”
 
‘Ez nabêjim germ û serma heta êvarê rûdinim’
 
Sebahatê bal kişand ser qeyrana aboriyê û wiha dirêjî dayê: “Ji ber krîza aborî em nikarin fatureyan bidin. Kirê bûne 20 hezar. Ez vî pereyî ji ku bînim. Ez fatureyan bi zorê didim. Em naxwin, venaxwazin didin kirê û fatureyan. Em ji her tiştê xwe dibirin û fatureyan didin. Hemû barê malê li ser min e. Ez her roj tî û birçî li ber deriyê mizgeftê destmalan difroşim. Nabêjim serma û germ destmalan difroşim. Ez 7 rojên hefteyê dixebitim. Carnan heta êvarê birçî dimînim. Jiyan pir zehmet e. Xizanî rezîlî ye. Em li vir dema destmalan difroşin gelek tişt tên serê me. Dema kesek pere an jî zikatekê didin me yên derdorê bertek nîşan didin. Lê ev ne şerm e, fuhuş û hişbir şerm e. Alîkariya mirovan ne şerm e. Ez neçar im vî karî bikim. Ez naxwazim li ber van dîwaran rûnim lê neçar im.” 
 
'Me riya marketan jî ji bîr kiriye'
 
Sebahatê di dawiya axaftina xwe de  wiha got: “Ez diçim bazarê lê destvala vedigerim. Rewşa aborî pir xerab e. Ez nikarim biçim bazaran. Em nikarin tiştekî bigirin. Dema pere tunebe çima biçim bazarê. Me riya marketan jî ji bîr kiriye. Em bi îsot, firîngî û kartolekê debarê dikin. Dolap vik û vala ye. Em kirê bidin, em fatureyan bidin an biçin bazarê. Em xwe bigihînin kîjanê. Me berê bi 10 TL dikaribû gelek tişt bigirta. Niha mirov bi 1000 TL  ji marketan destvala derdikevin.”