‘Ji bo rûyê esnafan bikene divê krîz bê çareserkirin’

  • 09:03 1 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Elfazî Toral
 
 STENBOL  -Esnaf Nurcan Taybogan da zanîn ku hem di alî karsazan de hem di alî karkeran de barê debarê giran bûye û got: “Ji bo rûyê esnafan bikene divê krîza aborî bê çareserkirin. Divê demildest krîza li Tirkiyeyê bê çareserkirin.”
 
Li Tirkyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û welatî roj bi roj hîn bêtir dikevin zehmetiyan. Di serî de jin hêza girtinê ya hemû welatiyan roj bi roj dikeve. Ji ber vê esnaf jî zehmetiyên mezin dikşînin. Hem welatî hem jî esnaf krîzê ji kurahî hîs dikin. Esnaf Nurcan Taybogan têkoşîna ku bi salane dmeşînin û texrîbata krîza aborî  ji JINNEWS’ê re vegot.
 
Malbata Nurcan Taybogan di 1996’an de ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên dewletê ji Mêrdînê koçî Stenbolê dike. Nurcan wê demê 9 salî bûye. Di temenê biçûk de polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê nas dike. Malbata wê di alî aborî de zehmetiyên mezin dikşîne. Nurcan wiha dibêje: “Bi alîkairya xizmên xwe min di tekstîlê de dest bi xebatê kir. Dema em hatin vir ez pir biçûk bûm. Lê min dest bi xebatê kir. Min di alî aborî de piştgirî da malbata xwe. Ji biçûkatiyê de vî karî dikim. Jiyana min ya dibistanê çê nebû. Min karê xwe bi hezkirin kiriye.
 
İsrar
 
Nurcanê daxuyakirin ku dema karê xwe ava kiriye 20 salî bûye û got: “Ez kesek jîr û jêhatî me. Min karê bûkanî, karê goreyan kir. Di 2004’an de min kargeha xwe vekir.  Bi hewldanek mezin li ser piyan sekinîm. Min bi makîneyek biçûk dest bi vî karî kir. Ez bi gelek karî re eleqeder bûm.  Ez her tim bi xwe bawer bûm. Min tu carê negot ez nikarim bikim, min moralê xwe xera nekir. Bêguman demên zehmet hatin jiyîn lê ez bixwe bawer bûm.”
 
‘Em jin ji hev re bûn çavkaniya îlhamê’
 
Nurcanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dema min nû dest bi kar kir gotin tu nikarî bikî. Lê min şûnde gav navêt. Gotin jin nikarin bikin. Ev gotin gelek carî hat gotin. Ez bi çend hevalên xw yên jin re hatim gel hev û em bi ser ketin. Li vê metropolê di kargeheke tekstîlê de serketin wisa ne hêsan bû. Zîhniyeteke serdest ya mêr heye. Min li dijî vê jî têkoşînek mezin da. Pergal dixwaze jinan biafirîne. Em bi vê re jî têdikoşin. Lê em jin divê tu carê dest ji têkoşîna azadiyê bernedin.”
 
‘Divê rûyê esnafan bikene’
 
Nurcanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji krîza aborî gelek bi bandor bûne. Bi krîza aborî re li şûna em mezin bibin em her çûn biçûk bûn. Beriya pandemiyê jî û piştî pandemiyê jî mixabin wisa bû. Şert her çûn giran bûn. Hem barê karsazan hem barê karkeran yê debarê zehmet bû. Lêçûn zêde lê dahatu tuneye.Em esnaf her diçin biçûk dibin. Divê li Tirkiyeyê krîz bê çareserkirin. Ancax çareser bibe em ê mezin bibin. Ji bo ruyê esnafan bikene divê krîza aborî bê çareserkirin.”