Li dijî binpêkirina kedê perspektîfa ‘dengê jina karker’

  • 09:02 26 Hezîran 2024
  • Ked/Aborî
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Berdevka Dengê Jina Karker Serpîl Topal xebata ‘dengê jinênn karker’ nirxand û got: “Di serî de ji bo daxwazên jinan bê dîtin, li dijî binpêkirina keda karkeran, em perspektîfa Dengê Jina Karker, pêşniyar dikin.”
 
Li Tirkiyeyê xizanî her diçe giran dibe û bandorek mezin li ser jin, karker û kedkaran dike. Li gorî Konfederasyona Sendîkayên Yekbûyî ya Cemawerî ya Karkeran (Bîrleşîk Kamu-ÎŞ) ya meha Gulanê ya 2024’an sînorê birçîbûnê 19 hezar û 926 e, ya xizaniyê jî 59 hezar û 353 TL ye. Karker û kedkar nikarin hewcedariyên sereke bigirin û li kargeriyan jî tundî û binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Jinên wek hêza erzan a kar tên dîtin jî li her derê rastî mobîng, destdirêjî û tundiyê tên. Jin li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe didomînin. Di 28’ê Nîsana 2024’an de xebata ‘Dengê Jina Karker’ hat avakirin û bi vê perspetîfa bilindkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî binpêkirina keda jinê tê pêşniyarkirin.
 
Tevgera Karkerên Yekbûyî (BÎH),  Sendîka Karkerên Çêkirina Keştî, Veguhestina Behrê, Ardiye û Antrepololî (LÎMTER-îş) û Dengê Jina Karker  ‘Sempozyuma di sedsala 21’ê de tevgera karkeran, tecrube û hewldan’ pêk anîn. Sempozyumê du rojan berdewam kir. Berdevka Dengê Jina Karker Serpîl Topal perspektîfa ‘dengê jina karker’ nirxand û got wê têkoşîna azadiyê bilind bikin.
 
Li dijî binpêkirina kedê perspektîfa dengê karkera jin!
 
Serpîlê da zanîn ku demek dirêj e der barê Dengê Karkera Jin de xebatan dimeşînin û ev nirxandin kir: “ Demek dirêj bû me bi karkerên jin ên fabrîqeyê re xebat dimeşand. Me rêbazên cuda bikar anî û xwe deklere kir. Bi awayekî rêxistinkirî em xebatan dimeşînin. Me digot divê têkoşîna azadiya jinê bi têkoşîna li dijî binpêkirina kedê bibe yek. Em têkoşîna civakî bilind dikin û bi jinan re têkoşînê ava dikin. Dengê Jina Karker perspektîfeke hevpar a xebatê ye.”
 
‘Em di hewldana rêxistinek xurt de ne’
 
Serpîlê di berdewamiyê de ev nêrîn anî ziman: “Em di bin sîwaneyekê de bi jinan re hatin gel hev. Me rojeva azadiya jinê û rêxistinbûna jinan a li dijî binpêkirina kedê bi hev re meşand. Em karkerên jin pêş dixînin û hewl didin têkoşîna azadiyê wisa xurt bikin. Di çarçoveya perspektîfa dengê jina karker de em ê bibin dengê kedkar, karkeran. Em hewl didin rêxistineke xurt ava bikin. Em hewl didin daxwazên jinan bê dîtin. Jin di her qada jiyanê de tune tên hesibandin û nayên dîtin. Ked û têkoşîna jinê nayê dîtin. Hewldana me ev e ku em keda jinê bidin xuyakirin.”
 
‘Em perspektîfa Dengê Jina Karker pêşniyar dikin’
 
Serpîlê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Perspektîfeke me heye û em dixwazin hemû jin di têkoşînê de xwe bi rêxistin bikin. Ez ji bo çîna karkeran jî dibêjim ji bo têkoşîna azadiya jinê jî dibêjim. Li dijî binpêkirina keda jinê pratîkek têkoşînê heye. Em dibêjin ku divê jin bi awayekî kolektîf bi îradeya xwe di vir de cih bigirin. Em ji bo vê perspektîfa dengê jina karker pêşniyar dikin.”