Firotina xaniyan ji sedî 48.6 kêm bûye

  • 15:06 17 Tîrmeh 2019
  • Ked/Aborî
ENQERE - Li gorî danayên Dezgeha Îstatîstîkên Tirkiyeyê li gorî sala çûyî di meha hezîranê de firotina xaniyan ji sedî 48.6 kêm bûye. 
 
Dezgeha statîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), rapora xwe ya Îstatîstîkên Firotina Xaniyan a meha hezîranê ya sala 2019'an aşkere kir. Li gorî daneyan, li tevahiya Tirkiyeyê firotina xaniyan di sala 2019'an de li gorî meha hezîranê ya sala borî pir kêm bûye. Li gorî daneyan firotina xaniyan ji sedî 48.6'an ango 61 hezar û 355'an ketiye. 
 
Di firotina xaniyan de, herî zêde Stebol li pêşe. Li gorî hejmarên firotinan,  Stenbol di firotinên xaniyan de 5 hezar 430 ango ji sedî 8,6, Enqere di firotinên xaniyan de 3 hezar 390 ango ji sedî 5,5, û dûre jî Antal ya tê. Herî zêde jî li Ardexan, Colemêrg û Baybûrtê xanî pir kêm hatine firotin.