Bi berhemên keda destan debara xwe dike

  • 09:15 3 Nîsan 2019
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Jina bi navê Kader Çîftçî ya çû qursan û berhemên karên destan hîn bû, niha bi berhemên çê dike debara xwe dike. Kaderê ku berhemên xwe derxist firotinê wiha got: “Ez gelek kêfxweş im li ser piyên xwe disekinim. Ez difikirim ku di pêşerojê de dikanê vebikim.
 
Li Colemêrgê betalî gelek zêde ye û jinên berhemên destan çê dikin, bi firotina wan debara malbatên xwe dikin. Ji navê Kader Çîftçî ya 22 salî ya li gundê Reşak a Colemêrgê dijî, yek ji van jinan e û diyar dike ku ew çûye qursan û tiştên fêr bûye jî veguhertiye huner û kar.
 
‘Her malek fabrîka ye’
 
Kader a ku 8 sale morîkan çê dike, bi lêv kir ku di vê mijarê de lêkolîn kiriye û piştî ku karê xwe hîn bûye dest bi hilberînê kiriye. Kaderê wiha got: “Wek min gelek jin vî karî dikin. Jinan malên xwe veguhertine fabrîkayan û berhemên xwe çê dikin.”
 
‘Ez hewcedariyên mala xwe derdixim’ 
 
Kaderê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek berhemên keda destan çêdikin û got hinek berhem hefteyekê hinek rojekê çêkirina wan berdewam dike û got ew li gorî modelan çêdikin û hewcedariya mala xwe derdixe.
 
Kaderê wiha got: “Ez berhemên xwe li ser çapemeniya civakî jî difroşim. Yên sîparîş bidin em ji wan re çêdikin. Gelek girîng e ku jin li ser piyên xwe bisekinin. Bi saya vê bixwebaweriya min jî zêde bû. Ez qezencek baş bidest dixim. Ez ne hewcedarê kesî me. Ez li destê kesî nanêrim. Beriya bizewicim, piştgiriya dayika min hebû. Me bi hev re dikir. Lê niha ez napêm ku hevjînê min pere bide min. Ez pere didim wî. Karên min baş biçe ez ê dikanê vebikim.”