Wesayita karkerên demsalî qelibî

  • 10:09 1 Nîsan 2019
  • Ked/Aborî
MÊRSÎN - Li Tersûsa Mêrsînê wesayita karkerên demsalî qelibî. Di encama qelibandina wesayîtê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê û Nexweşxaneya Park Medikal a Tersûsê. 
 
Hat diyarkirin ku ji ber baranê û ji ber ku rê şemitokî bû hakimiyeta dîroksiyonê hatiye windakirin û qeza pêk hatiye. 
 
Her wiha hat diyarkirin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.