‘Ewil marketên biçûk qedandin niha jî dor hatiye hal û bazaran’

  • 09:18 29 Adar 2019
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku dewlet ji bo ji sermayeya tekelî ya nû re cih veke, piyase xistiye tevgerê û gotin firotinên tanzîmê jî lingê nû yê projeyê ne û wiha berdewam kirin: “Em  êdî ji van polîtîkayên aboriyê bêzar bûne.”
 
Jinên li Îzmîrê dijîn di axaftinên xwe de bal kişand ser krîza aboriyê û gotin ku salên dawiyê ji ber polîtîkayên aborî yên tekelî û zimanê newekhev yê deshtilatdariyê pêk tê û wiha got:"Nokteyên firotinê yên tanîzmê jî ku wek propaganda hilbijartinê hatiye destpêkirin, ji bo mexazeyên nû yên alîgirê destilatdariyê bên vekirin û esnafên biçûk biqedin, ketiye jiyanê."
 
Jina bi navê Hatîce Şentaş diyar kir ku sal bi sal aborî zêdetir têk diçe û ji ber krîzê neviyê wê nikare biçe kreşê û ew li neviyê xwe dinêre û wiha axivî: "Ji ceyran, av, tupê bigihere heta her tişt biha bû. Du kurên min betalin.  Em alîkariyê didin wan.  Maeşa betaliyê girtin jî ne hêsan e.”
 
‘Ez nikarim pêlavekî ji xwe re bigirim’
 
Kamuran Înce ya kedkara teqawîte jî ev tişt anî ziman: “Em her tiştî nîvco digirin.  Em nokteyên firotina tanzîm dibînin, lê ez dixwazim li bazaran biha dakevin.Em bi maeşa teqawîtbûnê nikarin debara xwe bikin. Serokomoar bacan û gule anî hember hev. Ma tiştek wisa dibe? Pêlava min qelaşiya ez nikarim ji xwe re pêlavekî bigirim.”
 
‘Wê saziyên xwe bicih bikin’
 
Gulten Ergîn ya sebzeyên li baxçeyê xwe yê Bayindir digihîne difroşe wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez jî firotinek wek tanzim dikim lê ez bi erzanî jî nikarim bifroşim.  Her tişt biha bûye. Mazot, zibil, lêçûna karkeran her diçe biha dibe. Ez erzan bidim ez nikarim carek din biçînim. Îsal berhem kêm e, lê her tişt biha ye. Ji ber bihayê her tiştî bû du kat.Li nokteyê tanzîmê erzan tê firotin lê piştî hilbijartinan wê ne di bin 10 TL de be.  Wê hilberîner, navbeynkaran têk bibin, ew bikevin şûnê.”
 
Gulten Sayar destnîşan kir ku desthilatdariyê di 17 salan de ji bilî newekhevî û krîzê tiştek neaniye û got ew jî esnafa bazarê ye.  Gultenê got: “Ji kesên li bazar û halê re dibêjin ‘terorîst’.Em ji halê tiştekî bi 1 TL nagirin.  Dixwazin komîsyonvan û kesên halê rabikin û şîrketê ava bikin.  Çawa bi bi A 101, ŞOK’ê marketên biçûk qedandin dixwazin esnafan jî biqedînin.
 
‘Polîtîkayên şaş yên aboriyê, betalî û şertên giran’
 
Melek Îzan jî bi lêv kir ku gelek ciwan betalin û heviya wan nemaye. Mîhrîban Sanar jî got pisgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pisgirêka aboriye û  Mîhrîbanê wiha got: “Em bi tirsa ku ji kar bên avêtin, bi saetên dirêj di şertên giran de dixebitin. Ji ber polîtîkayên şaş ev welat hat vê astê.”
 
Leyla Kaygisiz jî got krîza aborî ewil bandor li mutbexê kiriye û got gelê ku xizan bûye marketê erezanî yê bi piştgiriya dewletê pêş ketine dewlemend kirine û got: “Dewlet niha jî van marketan hedef nîşan dide. Dibe ku ji ber firotinên tanzîm zêde bike hedef nîşan dide.  Piyasayê dike tevgerê û hewl dide marketan têk bibe, li şûnê sermayê bîne.”