'Rêxistinên jinan hene lê xwedî derketin nîne'

  • 10:18 26 Adar 2019
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê 243 rêxistinên fermî û sivîl ên têkildarî mafên jinan hene jî lê xwedî derketinek berbiçav tune ye.
 
Li Herêma Fedaral a Kurdistanê jin ji bo bibin xwedî aboriyek serbixwe û debara xwe bikin, berê xwe didin sektora taybet û têde kar dikin. Hinek ji van jinan ji aliyê xwediyê kargehan ve rastî heqaret û nêzîkatiyên xirab tên. Dema jin nerazîbûn nîşan didin jî ji kar tên derxistin. Lê tevî ku li Herêma Federal a Kurdistanê 243 rêxistinên fermî û sivîl ên têkildarî mafên jinan hene jî, xwedîderketinek berbiçav tune ye.
 
Di sala 2012’an de xwendekarên zanîngeh û peymangehan piştî ku zanîngeh diqedandin, dikarîbûn di saziyên fermî de kar bikin. Lê ji sala 2012’an ve Hikûmeta Herêmê biryar girt ku êdî tu xwendekarekê negire saziyên fermî. Lewma bi hezaran xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh qedandine, li kar digerin. 
 
Heqdesta wan naye zêdekirin
 
Di şertên normal de karker rojê 8 saetan kar dikin, lê hinek caran saetên kar têne zêdekirin û heqdestiya wan nayê zêdekirin. Ev nêzîkatî, zêdetirîn li dijî karkerên jin tê nîşandan. Yek ji mînakên van, karkera bi navê S.S. ye. Ew li yek ji kargehên mezin ên Herêma Kurdistanê kar dike. Xwediyê kar ferman lê dike ku ew rûyê xwe makyaj bike û kefiyek li serê xwe bipêçe da ku bala bikiran bikîşe ser xwe.
 
Giliya wê bê bersiv ma
 
S.S têkildarî karê xwe û nêzîkatiyên xwediyê kar ên li hemberî xwe wiha got: "Ez di xwaringeha mollek de kar dikim. Xwediyê kar zilamekî Tirk e. Xwaringehên vê mollê bi kirê girtine. Gelek caran daxwaza karên kirêt ji min kiriye ku ez li gel hostayê xwaringehê û xwediyê kar bikim."S.S. li hemberî van kiryaran, giliya xwediyê kar li gel parêzerê mollê kiriye. Lê heya niha ev gilî negihaye tu encamekî û tu bersîvek nehatiye dayîn. S.S diyar kir ku ji ber qebûlnekirina karên kirêt yên xwediyên kar, wê li gelek cihan dawî li karê xwe aniye, yan jî ji aliyê xwediyê kar ve ji kar hatiye dûrxistin."
 
'Divê kiryarên xirab qebûl nekin'
 
Jina bi navê Benan Ereb, di zanîngehê de beşa ragihandin temam kiriye. Ev sê sale jî di dikanekî de kar dike. Benan Ereb daxwaz ji jinan kir ku bi tu awayekî kiryarên xirab qebûl nekin û giliyê wana bikin. Yan jî dest ji karê kesên wisan berdin."
 
Naxwazin giliyê bikin
 
Di Sendîkaya Karkerên Kurdistanê de beşa taybet a têkildarî mafê jinan heye. Di Sendîkaya Karkerên Kurdistanê parêzerên xwebexş ji bo karkerên jin hatine bicîhkirin. Lê ji ber ku ev parêzer naçin nava kar, ji nêzîk ve rewşa karkerên jin lêkolîn nakin û danûstandinên xwediyê kar lêkolîn nakin, baweriya jinan jî bi wan nayê. Lewra karkerên jin li cem sendîkayê gilî nakin. 
 
Seroka Şaxê Hewlêrê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Şadiye Ebdulwehab, di têkildarî giliyên jinan de wiha got: "Di sala borî de tenê jinek di kompanyekî li Hewlêrê de kar dikir, hat giliyê xwediyê kar kir. Me dest bi lêkolînê kir. Lê piştre wê jinê xwe ji gilîkirinê şûnde kişa û ji mere diyar kir ku ew li cihekî din kar dike û naxwaze di giliyê xwe de berdewam bike."
 
Şadiye diyar kir ku lijneyên wan bi berdewamî serdana karên sektora taybet dikin û ji karkerên jin re dewreyên hişyariyê di vekin. Şadiye, rexne li rêxistinên karkeran û rêxistinên mafê mirovan kir û wiha got: "Em bi wan re têkiliya xwe çênakin. Daxwaz ji van rêxistinan kir ku bi sendîkayê re bibin alîkar ji bo bikarin rewşa karkeran baştir bikin. Di sala 2018'an de tenê sê jinan li sendîkaya karkeran a şaxê Silêmanî gilî li hemberî xwediyê kar tomar kirine. Ew jî ji ber sedema xwediyê kar destdirêjiya zayendî kiriye ser jinek ciwan, jina din ji aliyê xwediyê kar ve bi diziyê hatibû tohmetbarkirin û jina din jî ji ber ku xwediyê kar heqaret li wê kiri bû û gotinên nexweş li hemberî wê bikar anîbûn gilî kiribû."
 
300 Endamên Sendîkayê hene 
 
Nêzî hezar û 300 endamên Sendîkaya Karkerên Kurdistan Şaxê Silêmanî hene. Seroka Sendîkaya Karkeran a Şaxê Silêmaniyê Leyla Kerîm wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila jin bê tirs giliyê xwe bînin li cem me tomar bikin. Emê bi hemû awayî piştgiriyê bikin û em amadene ku mafên wan bi destbixin."