‘Berpirsê betaliyê polîtîkayên aboriyê ne’

  • 09:09 28 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Sekretera Jinan a Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Zeynep Aykat diyar kir ku li Tirkiyeyê betalbûna ciwanan bûye girêkek mezin û got ji her 4 ciwanî yek betal e, sedema vê jî krîza aborî ya di encama polîtîkayên hikûmetê de pêk hatiye.
 
Li gorî daneyên betaliyê ya mijdara 2018’an a Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê, di cotmeha 2018’an de betaliya ji sedî 11,6 bû, di mijdara 2018’an de derketiye 12.3’an. Betalî di meha mijdarê de li gorî du salên dawî derket asta herî bilind. Li gorî daneyên TUÎK’ê, hejmara betalan 3 mîlyon û 981 e. 706 hezar kes di sala dawî de lê zêde bû. Sekretera Jinan a Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Zeynep Aykat ev mijar nirxand û hişyariyên ku divê mirov lê baldar bin kir.
 
Zeynebê destnîşan kir ku îstîhdam ji bo ciwanan di alî teşebûna nasnameya civakî, jiyana wan, pêşketina wan, hatin û rêzdariya li hember wan gelek girîng e û got li welat ji her çar ciwanî yek betal e û ev jî rê li ber pirsgirêkên civakî vedike. Zeynebê anî ziman ku rewşa perwerdeyê di rêjeyên betaliya ciwanan de bandorek girîng pêk nayne, berovajî vê bi pêkanîna nû ya wek mulakatê re li zanîngehan pêşiya betaliya ciwanan vedike.
 
‘Sedema betaliyê krîza aborî ye’
 
Zeynebê daxuyakirin ku sedema zêdebûna betaliyê, krîza aborî, tengbûna sanayiyê, neafirandina qadên nû yên îstîhdamê ne û wiha pê de çû: “Vê mezinbûna aboriyê kêm kiriye, rê li ber zêdebûna betalan vekiriye. Nifûsa ciwan ji bo kar bibînin serî li ÎŞ-KUR’ê didin û neçar dimînin bi pereyê asgarî bixebitin. Tirkiye êdî nikare wek welatekî çandiniyê bê nirxandin. Îstîhdama çandiniyê di nav civakê de her diçe li cihekî biçûk cih digire. Pirsgirêkên di çandiniyê de tên jiyîn êdî di hemû sektoran de tên jiyîn. Li welat krîzek aboriyê ya mezin heye û gel vê krîzê heta mutbexên xwe hîs dikin. Hikûmeta AKP’ê hewl dide krîzê veşêre lê mixabin her tişt tê dîtin. Divê hikûmet dest ji van gotin û polîtîkayan berdin û demildest pollîtîkayên aboriyê baş bikin.”
 
'Siberoja me parçe parçe ji destê me tê girtin'
 
Zeynebê daxuyakirin ku di sektora perwerdehiyê de jî qelsî tên jiyîn û got mamosteyên bi peyman û bi pere dixebitin rastî newekheviyên cidî tên û daxuyakirin ku pêşeroja wan parçe parçe ji destên wan tê girtin û got divê dest ji van polîtîkayan bê berdan.