Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê sewalkarî têk çûye

  • 09:03 27 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
ÎDİR - Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj kurtir dibe û ji her qadên civakî gel jê bi bandor dibe. Li gundê Qereqê Habîbe Çikmaz, bi salane bi sewalkariyê debara xwe dike. Lê ew jî ji aloziya aborî bandor bûn û hejmara pezê wan di saleke de  ji 300 pez daket  100 pezî. 
 
Ji ber aloziya aborî ya heyî li Tirkiyeyê sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe. Heta dawiya salên 80’yî pêwistiya Tirkiyeyê ya şîr û goşt ji hêrema serhêdê dihat pêşwazîkirin. Lê ji ber polîtikayên dewletê sewalkarî hat ber tunebûnê. Li gundê girêdayî navenda Îdirê gunê Qereqê jina bi navê Habîbe Çikmaz ku bi salane bi sewalkariyê debara xwe dike, lê îsal ji ber aloziya aborî karê wan hatiye asta sekinandinê. Habibeyê diyar kir ku di mehên havînê de zozanên wan tên qedexekirin û ew nêçar dimînin  ku sewalên xwe hepsî malê bikin û got ku aloziya aborî sewalkarî aniye ber tunebûnê. 
 
‘Ji ber aloziya aborî hejmar pez ji 300’an kete 100’an’
 
Habiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber  zozanên wan havînan tên qedexekirin ew ji nêçariya xwe diçin zozanan kirê dikin, an jî pezê wan li malê dimîne û wiha got:” Em bi salane bi sewalkariyê debara xwe dikîn û bi vî awayî aboriya me li ser piyan e. Me berê pir rehet sewalkarî dikir, lê niha em nikarîn bibêjîn ku kar û barên me baş diçe. Sewalkarî îsal derbeyeke mezin xwar.  Demên berê em çiqas kar bikira ew qas aboriya me baş dibû. Lê di van salên dawî de tiştek wisa tune ye. Beriya krîzê  300 mîhên me hebûn û me rehet xwedî dikirin. Lê niha ev hejmara ji 300 ji ber krîzê daketiya sed pezî. Ji feydeyê zêdetir, zirara wê digihîje me. Gava ku dibe havîn em pezê xwe dibîn zozanan. Lê ji ber ku zozanên me tên qedexekirin, em diçîn zozanên Qersê. Li gel pez sirgûna me ya zozanan dest pê dike. Di van salên dawî de ji ber aloziya aborî rewşa me ber bi nediyarbûnê ve diçe.” 
 
‘Rewş wiha bidome, em ê pezê xwe bifiroşin’
 
Habibeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku pêwîste aloziya aborî bi lez bi dawî bibe û wiha bi dawî kir;” Di mehên havînan de sirgûna me ya zozanan dest pê dike. Ji ber ku em debara xwe bi sewalkariyê dikîn, em heta payîzan li zozanan e. Ev herêm evqas bi sewalkariyê re mijûle, çima ji vê yekê sûd nagirin? Giya, ka biha bûye, goşt, şîr û her tiştek tê îthalkirin. Em dixwazîn ku pirsgirîka aborî bê çareserkirin. Em sewalkariyê dikîn, lê em di vî karî de pêşeroja xwe nabînîn û em zehmetiyê dikşînîn. Rewş wiha bidome, em ê dawiya dawî pezê xwe bifiroşîn.”