Şaredariya Karabaglar neçarî grevê kir

  • 09:02 26 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Seroka Şaxa Sendîkaya Dev Turîzm-Îş Zohre Aksut diyar kir ku Karkerên Spor A.Ş ya Şaredariya Karabaglarê ku biryara grevê girtine, şert û mercên li wan hatine ferzkirin red kirine û got: “Armanca me ev e ku dema em nan dibin mala xwe dixwazin ji zarokên xwe re jî goreyekê bistînin.”
 
Li A.Ş Spor a Şaredariya Karabaglar ku yek ji şîrketên şaredariya Karabaglar a Îzmîrê ye, piştî ku ji Peymana Kar a Komî ya 5 mehan berdewam dike encam derneket, 22 karkerên endamê Sendîkaya Turîzm a Şoreşger (Dev Turîzm-Îş) ya girêdayê DÎSK’ê di 22 sibatê de ketin grevê. Endamên sendîkayê ku li Tesîsa Ugur Mumcu hatin cem hev, biryara grvê li deriyê tesîsê daliqandin. 22 hezar û 950 û hezar û 990 TL meaş digirin. Karkerên sendîkayî diyar kirin ku tevî ku endeksa bihayê hilberîner (UFE) ji sedî 45 e, zema ji sedî 20 ya ji bo wan hatiye kirin tê wateya ku standartên jiyanê tên piştguhkirin.
 
Seroka Şaxa Sendîkaya Dev Turîzm-Îş ya Îzmîrê Sohre Aksut diyar kir ku di hevdîtinên karê komî ya 5 mehan berdewam dikin de zema ji sedî 20 hatiye kirin û di bin meaşê asgarî de ye qebûl nekirine. Zohreyê bi lêv kir ku zema li ser meaş hatiye kirin, ji bo bê rewakirin li ser çapemeniya civakî manîpulasyon hatiye kirin û banga piştevaniyê li rayagiştî kir.
 
‘Grev hat ferzkirin’
 
Zohreyê desnîşan kir ku ya dixwazin asta asgariye û wiha got: “Hevalan 2 sal berê 4 hezar û 400 daxwaz kir û ev wek 2 hezar û 500 bi navê başkirinê hat weşandin. Ew ne başkirin, pereyê mesaiya dihat girtin bû. Wan jî got ji bo 4 hezar û 500 butçe têr nake û tenê dikarin 2 hezar 500 TL bidin. Ji xwe di vê nokteyê de jî xitimî û grev jî hat ferzkirin.”
 
‘Meaşên di bin asgarî de têr nakin’
 
Zohreyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku meaşên di bin asgarî de dimînin têr nakin û her wiha qerta veguhestin û alîkariya xurekê xwestine û got: “Piranî karker 2-3 zarokên wan hene. Pereyê rê li ser wan dibû bar. Hevalan li ser 2 hezar û 800 lîra ku DÎSK’ê diyar kiribû, alîkariya malbatê xwest. Me xwest qerta veguhestina komî hebe. Di greva ÎZBAN’ê de jî li ser meaş brut hesab hat kirin û zem hatin weşandin. Lê dema em li pereyê di bêrîka karkeran de dimîne, dinêrin hezar û 500 lîra ye. 250 pereyê rê jê derdikeve. Kirê jî jê derkeve wê zarok çi bixwin? Ji ber em nikarin debara xwe bikin em ketin grevê. Li vir weke ku heval 3 hezar û 700, 4 hezarî digirin nîşan didin.”
 
‘Em dixwazin ji zarokên xwe re goreyekê jî bistînin’
 
Zohreyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku du karkerên jin ji ber ducanîbûn li qada çalakiyê nikaribûn bimînin û wiha dawî lê anî: “Hevalên din sibehê saet ji 09.00’an heta 22.00’an li qadê dimînin. Em 5 mehan li vir sekinîn. Dem bi dem me hevdîtin pêk anîn. Yên Îzban û yên grevên din jî wisa bûn. Ji ber dîroka dawî ya peymana beriya vê em hatin vê nokteyê. Em nikarin dîrokan diyar bikin. Yanî tiştekî ji qestî nîne. Me der barê hilbijartinan de tiştek negot. Dema em nan dibin mala xwe em dixwazin ji zarokên xwe re jî goreyekê bibin.”