Bihayên berhemên şîr û mirîşkan zêde dibe, di hilberînê de jî ketinek heye

  • 09:04 17 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Zêdebûna bihayên şîr û berhemên şîr ji rojevê nakeve û di sê mehên dawî de bihayên penîr û rûnê pez û çêlekan gelek biha bû. Herî zêde ji van berheman jî ji sedî 100 zema ji bo mirişkê hatiye kirin.
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di berhemên şîr û mirişkan de di salekê de di bikarhênerî û hilberînê de jî ketinek tê jiyîn. Di berhemên şîr de li gorî sala borî cudahiyên cidî hene. Li gorî daneyên TUÎK’ê ku bal dikşîne ser zêdebûna berhemên şîr a meha Mijdarê, tê dîtin ku rewşa bikarhêner û hilberîner çawa ye. Li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera meha mijdarê ya 2017’an û mijdara 2018’an de di bikarhêneriyê de ketinek tê dîtin. Di şîrê çêlekê de ji sedî 0.8, di şîrê vexwarinê de ji sedî 0.3, di penîr de ji sedî 0.3, di mast de ji sedî 0.5, di mirişkê de ji sedî 0.41, di hêkan de jî ji sedî 2.3 ketin heye.
 
Gel bêzar bûye
 
Her çiqas hilberîner mijarê bi dehan carî bibin Wezareta Çandiniyê jî, piştgiriya hat dayîn, bi pirîma şîr a 15 kuruşî sînor ma. Di mast û penîr de lêçûna hilberîner ji sedî 30-40 zêde bû, di bihayên berheman de jî bikarhêneran nisîbê xwe girtin. Welatî ji ber bihayan bêzar bûne.
 
Di 2017’an de bihayê girtina şîr 9 lîra bû, di 2018’an de ev bû 10.50 lîra. Bihayê to ji 45 lîrayî derket 60 lîrayî. Ya mast ji 5 lîrayî derket 7 lîrayî. Şîr di mijdara 2017’an 10 lîra bû û di mijara 2018’an de derket 13 lîrayî. Penîr ji 23 lîrayî derket 33 lîrayî. Kaşar ji 40 lîrayî derket 59 lîrayî. Rûn ji 30 lîrayî derket 47 lîrayî. Di hiberîna hêkan de ji sedî 2.3, di ya mirişkê de jî ji sedî 4.1 daketin hat jiyîn.
 
Di 2017’an de ku kîloya mirişkê 5 lîrabû di 2018’an de bû 10 lîra.