Di bazarê de bi dehan esnafan kargehên xwe girtin

  • 09:04 16 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
ÎDİR - Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj zêde dibe. Ji aloziya aborî her qadên civakî neyînî bandor dibin. Li bazara Rusê  rewşa esnafan hatiye asta herî xerab û di salekî de di bazarê de bi dehan esnafan ji neçariya xwe kargehên xwe girtin. 
 
Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj kurtir dibe. Bi taybetî jî herî zêde ji aloziya aborî bajarên biçûk bandor dibin. Yek ji van bajaran jî bajarê ku sînorê 3 welatan bajarê Îdirê ye. Di bazara dîrokî ya bazara Rusê de ji ber bilindbûna dolar û bilindbûna berheman di bazarê de heta niha ji nêçariya xwe  bi dehan esnafan dErabeyên xwe girtin. 
 
‘Em ne dikarin bikirin, ne jî dikarin bifiroşin’
 
Esnafa bi navê Dîlan Oguz a ku di bazarê de esnafiyê dike, diyar kir ku ew di firotina berheman de zehmetiyeke mezin dikşînin û wiha axivî;” Aloziya aborî em pir zêde bandor kirin. Bi taybetî jî em di firotina berheman de pir zehmetiyê dikşînîn. Ji ber ku pir zêde ne û mûşterî ji vê yekê gilî dikin. Di berê de me gore 1’e TL dikirî niha em 3 TL’yan dikirin. Muşteriyên me ji vê yekê gilî dikin. Tiştek ji destên me jî nayê. Di warê nebaşiyê de em hatine asta herî xerab. Em êdî nikarin bazirganiyê bikin. Em ne dikarin bikirin, ne jî dikarin bifiroşin. Ev rewş hem muşteriyan, hem jî me pir bandor dike. Em nikarin ji kargeha xwe re berhem bistînin û pir kêmasî kargeha me de hene. Berhemê ku em 20’an dikirin, em 30’an yan jî 35’an difiroşin. Ji bo ku bazirganî bidome, divê ji aloziya aborî re çareyek bê dîtin.” 
 
‘Me bi 50 TL’yan bi poşetan danûstandin dikir, niha em 50 TL’yan nikarin kîloyek firîngî bikirin’
 
Jina bi navê Sabah Gul a ku di bazarê de esnafiyê dike, anî ziman ku ji ber aloziya aborî di bazarê de bi dehan esnafan kargehên xwe girtin û wiha got:” Aloziya aborî her roj kurtir dibe û ber bi rewşeke nebaş ve diçe. Ji ber aloziya aborî divê bazarê de bi dehan esnafan kargehên xwe girtin. Berê me 50 TL’yan bi poşetan danûstandin dikir, niha em 50 TL’yan nikarin kîloyek firîngî bikirîn. Tirkiye hatiye asteke wisa ku gel nikare ji mala xwe re nan bibe. Di berê de karê me pir baş bû û me wext nedît ku em  xwarinê bixwin. Lê niha çavê me li deriye ku mûşterî bên. Lê ne hatin heye, ne jî çûyin. Heta êvaran em li kargeha xwe vala rûdinin. Em kirêya kargeha xwe jî ji bêrika xwe didim. Tu xweşiya ked dayînê nemaye. Divê bi lez ji çaresariya aborî re çareserî bê dîtin. Ger wiha bidome dê li bazarê de herkes kargeha xwe bigire.”