Aborînas Guneş Gumuş: Krîz wê piştî hilbijartinê kûrtir bibe

  • 09:07 12 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku hem deshtilatdarî hem patron li dijî krîza ku her diçe kûr dibe, heta hilbijartinê hewl didin demê qezenc bikin û wiha got: “Niha jî beşek deynê patronan transferên bankayên cemaweriyê hat kirin. Fatura vê bêguman wê li gelê xizan bê birîn. Desthilatdarî wê barê deynê patronan li pişta gel bar bike.”
 
Aborînas Guneş diyar kir ku wê şert û mercên krîza aborî ya her diçe kûr dibe û rêjeya enflasyona ji sedî 20.35 ku herî dawî TUÎK’ê aşkera kiriye, wê piştî hilbijartinan zêdetir kûr bibe û her wih agotin wê Tirkiye bi Fona Pere a Navneteweyî (IMF) re biçe lihevkirinê. Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û aborînas Guneş Gumuş der barê rewşa dawî ya aboriyê de axivî.
 
‘J bo pêşî li krîzê bê girtin reçeteyek tune ye’
 
Guneşê wiha got: “TUÎK’ê herî dawî rêjeya enflasyonê wek 20,35 aşkera kir. Lê ev rêje bilindtir e. Gel vê di jiyana rojane de pir zêde dijî. Enflasyon nahêle rêjeyên faîzê jî bikeve. Tirkiye, AKP bi salen li ser daxwazek hundir ya xwe dispêre deyn mezin bû. Hejmara betalan her diçe zêde dibe. Niha ji bo krediyan faîzên mezin tên kirin. Faîz bê xistin jî,ku me ev di Tebaxê dît, wê dovîz buha bibe. Wê vê carê fîrma nikaribin bi dovîz deyn bidin. Deshilatdarî û patron heta hilbijartinê hewl didin demê qezenc bikin.”
 
‘Bihayên xurekan her carê zêde dibin’
 
Guneşê destnîşan kir ku heta dawiya salê ku rêjeyên zema ji bo maeşan hat kirin, di meha Mijdar û Kanûnê de daneyên enfasyona daketî derketin pêş me û got: “Li aliyekî ku her tişt biha bû, ji ser rêjeya enflasyona heta ji sedî 20’î kişandin, kedkar, karker û teqawîtan zema mûçeyê girtibûn. Zema hatibû kirin jî tu tişt pêşwazî nedikir û xurekên ku hewcedariya sereke ye her diçin biha dibin. Bêguman gel ji vê ne raziye. Enflasyonê di daxwaza hundir de tengezariyek jî bixwe re anî. Dawiya vê pêşveçûnê wê îflas û ji kar derxistin be. Wê kûrbûna krîzê hîn bêtir zêde bibe. AKP’ê ev 2-3 sale ji bo hilbijartinan garantî bike, qasa dewletê heta dawî vekir. Teşwîq, daxistinên OTV-KDV, krediyên faîza kêm yên bankayên cemawerî.. van hemûyan valahiya butçeyê mezintir kir.”
 
‘Wê fature li gelê xizan bê birîn’
 
Guneşê her wiha daxuyakirin ku AKP-Erdogan wê heta hilbijartinên herêmî hemû çavkaniyên cemawerî bi rehetî bi kar bîne û ji 1’ê Nîsanê şûnde wê dîmen biguhere û wiha dawî lê anî: “Ji niha de deynên patronan transferê bankayên cemawerî hat kirin. Bêguman wê fatura vê li gel bê birîn. Het aku hinek bedeka krîzê bidin, wê krîzên patron û desthilatdariyê neyên derbaskirin. Ji bo bedela vê neyê dayîn divê têkoşîn bê dayîn. Jİ bo vê jî divê eniya kedê ya hevpar bê avakirin û meşandin.”