Karkerên SÎBAŞ’ê: Em ê li dijî hevkariya dewlet û patronan berxwedanê mezin bikin

  • 09:49 8 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
AYDIN - Jinên berxwedêr ên SÎBAŞ’ê diyar kirin ku dewlet û patron li dijî karkeran bûne yek û wiha gotin: “Beriya hilbijartinê ye. We çi kir hun ê wê bibînin. Li her derê berxwedan heye. Bila dewlet tenê piştgiriyê nede patronan. Ev berxwedan jî nîşaneya ku karker hişyar bû ne ye.”
 
Karkerên li Fabrîkaya Xurekê ya SÎBAŞ' a Soke ya Aydinê dixebitin, bi hinceta endamên Sendîkaya Kar a Tek Gida bûn ji kar hatin derxistin. Di salekê de 77 karker ji kar hatin derxistin. Karkeran li ber fabrîkayê dest bi berxwedanê kirin. Karkerên ku konê wan bi dehan carî hat hilweşandin, niha di konekî biçûk de çalakiya xwe didomînin. Karker tevî hemû zextên polîsan çalakiya xwe didomînin. 
 
Rêveberiya SÎBAŞ’ê jî îdia kir ku ji kar avêtin ne ji ber sendîkayê ye, ji ber ‘makînebûnê ye’. Li SÎBAŞ’ê tirşî tê îxrackirin. Çawa ku SÎBAŞ’ê sendîkayîbûn hîn bû dest bi ji karderxistina karkeran kir. Karkerên 20 sal bûn dixebitin jî ji kar avêtin. Karkerên di 8’ê Sibata 2018’an de ji kar hatin avêtin, di 26’ê Sibatê de bi 113 kesî re belgeyên rayeyê girtin lê li dijî vê doz hat vekirin. Runiştina li Dadgeha Kar hat vekirin di 13’ê Adarê de tê dîtin.
 
Fabrîka li gundê Akçakonak hatiye avakirin û gundî ji ber zirara fabrîka dide xwezayê jî nerehetin. Piranî karkerên fabrîkayê jî ji gundê Akçakonakin. Elîf Akçenerîk ku ji gundê derdorê wek karker li fabrîkê xebitiye û niha di berxwedanê de cihê xwe digire wiha got: “Patron gotiye ‘Ez ê tu kesên sendîkayî nehêlim, ji gund jî karkeran negirim.’ Me serî li ku da em negirtin. Madem patron hev digirin, em ê jî hev bigirin. Em dest ji têkoşîna xwe bernedin em ê biser kevin.”
 
‘Divê hemû karker berxwe bidin’
 
Elîfê destnîşan kir ku partronan gotiye ‘hewce bike em tazmînatan didin lê em sendîkayan nakin fabrîkayan’ û ev tişt got: “Em ji bo di şertên baştir de bixebitin em ê têbikoşin. Em nabêjin bi la 6-7 hezar TL pere bidin. Bila derkevin ser sînorê birçîbûnê. Em ji bo pelçiqandinê nehatin dinê.Em banga piştgiriyê li hemû karkeran dikin. Bi piraniyê wê deng derkeve.”
 
‘Lêgerîna maf ji kengê de bûye sûc’
 
Huriye Akçenerîk jî bi lêv kir ku dema fabrîkayan xelat digirt ji bo kesên skûra şîn diyariyek nedihat dayîn û wiha pê de çû: “Cudahiya çînî ya navbera karker û patronan de pir vebû. Gelo ji kengê de lêgerîna maf bûye sûc? Ma gelo me dizî kir, me fabrîka têk bir? Xebatkarên 20-18 sale dixebitîn hebûn. Ji ber endamtiya sendîkayê hemû mafên me tune hesibandin.”
Hanîfe Ulutaş jî daxuyakirin ku li Tirkiyeyê berxwedana karkeran zêde bûye û wiha pê de çu: “Tevî ku mafekî qanûnî bû me bi veşarî xwe rêxistin kir. Dewlet li dijî xespkirin maf bêdeng dimîne. Dewlet di krîzan de her tiştî ji karkeran derdixe. Lê patron bacê nadin. Her tiştî em dijîn. Niha li her derê berxwedan heye. Êdî nikarin mirovan bixapînin. Niha hilbijartin tên. We çi kir hun ê wê bibînin.”