Bi keda destên xwe nasnameya xwe diparêze

  • 09:17 7 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Hemdiya Xidir a ku bi keda destên xwe nasnameya xwe diparêze û debara xwe dike wiha got:"Ez dixwazim bi keda destên xwe debara xwe bikim û destên xwe li ber tu kesekî venekim. Her dem min wiha kir û ez vê yekê didomînim."
 
Hemdiya Xidir a 52 salî û li Qamişloyê dijî anî ziman ku ew bi keda destên xwe gelek tişt çê dike û li sûkê difiroşe û wiha got:"Ez ji 13 saliya xwe heta niha bi karên destan mijûl dibim.  Ev yek min û zarokên min gelek bextewar dike. Di heman demê de jî ji ber ku ez ji pêdiviyên civakê re dibim bersiv ez bextewar dibim."
 
'Ez bi vê yekê li çanda xwe jî xwedî derdikevim' 
 
Hemdiyayê bal kişand ser giringiya keda destan û wiha got:"Ez ji diya xwe fêrî karên destan bûm. Ez qazax, êleg, papîk, gore çê dikim. Gelek tiştên ku ez çê dikim çanda me ya dîrokî ye. Ez bi vê yekê li çanda xwe jî xwedî derdikevim. Gelek jinên li der û dora min jî dixwazin hîn bibin û ez di heman demê de alîkariya wan jî dikim. Loma ez bextewar im."
 
'Ez dixwazim bi keda destên xwe debara xwe bikim'
 
Hemdiyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez gelek tiştan çê dikim û dibin li sûkê difiroşim. Hevjîn û zarokên min dibêjin tu xwe newestîne lê dîsa jî ez ji xebatê hez dikim. Her wiha rewşa min a tenduristiyê her çiqas ne zêde baş be jî ez hewl didim ku her di nava têkoşînê de bim. Ez dixwazim bi keda destên xwe debara xwe bikim û destên xwe li ber tu kesekî venekim. Her dem min wiha kir û ez vê yekê didomînim. Ez ji 13 saliya xwe heta niha bi karên destan mijûl dibim.  Ev yek min û zarokên min gelek bextewar dike. Di heman demê de jî ji ber ku ez ji pêdiviyên civakê re dibim bersiv ez bextewar dibim."