‘Ji ber bihayan poşet jî valane, bazar jî valane’

  • 09:30 6 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Kesên teqawît yên derketina dan û standina bazarê, ji bihabûnan gazinc dikin û bertek nîşanê gotinên hikûmet û çapemeniyê yên wekê ‘krîz tune’ dan wiha gotin: “Poşet jî vala ne, bazar jî vala ne.”
 
Zema ji bo kesên teqawît hatin kirin, bîhnek rehet bi wan neda sitendin. Meaşê herî kêm a teqawîtan ji hezar û 200’î derket hezar û 327 lîra 80 kuruş. Li bazara taxa Ofîs a Amedê welatiyan bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
 
‘Biha hêza me derbas dikin’
 
Azîze Demîrcî ya hatiye bazarê got ew ji ber bihayan nikare nêzî tezgahan bibin û got: “Binêrin poşetê min. Tenê pîvaz û kartol heye. Ez dikarim tenê van bikirim. Biha hêza teqawîtan derbas dike. Her tiş biha ye. Kîloya balîcan û firingiyan 15 TL ye. Min ji bo seletê jî tiştek nekirî. Tiştê ez nikaribim bikirim, naçim ber jî.”
 
Welatiyek din ku nexwest navê xwe bide jî destnîşan kir ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bigirin û mixabin destvala vedigerin malê.
 
‘Em nêzî firingî û îsotê nabin’
 
Fatma Ergul jî wiha got: “Ev gel ji birçîna nemire wê baş be. Ma bihayek wisa dibe? Bihayê pîvazê pir bilind e. Jixwe pere tune ye. Min tenê pîvaz girt. Em nikarin nêzî firingî û îsotan bibin.”
 
Jina bi navê Ayşe Taniş jî balkişand ser bihayan û daxuyakirin ku ew her hefte bi bihayên cuda re tên rû hev û got ji ber bihabûnê ew hewcedariyên xwe her carê taloq dikin an jî nakirin.