Fîgen a hatiye îxrackirin: Ev hilbijartin ji bo jinan şans e

  • 09:20 6 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Endama SES’ê Fîgen Çolakoglu ya hat îxrackirin diyar kir ku êrîşên qeyûm yên li hemberî keda jinê, ji polîtîkayên navendê serbixwe nîne û got: “Li hember midûriyetê, xebat û saziyên jinan êrîşên cidî pêk hatin. Ev hilbijartin wê ji bo jinan şansek be.”
 
Endama SES’ê Fîgen Çolakoglu yek ji kedkarên ku bi KHK’ê hat îxrackirinê ye. Fîgen 20 salan di qa cemawerî de xebitî û salek û nîv berê hat îxrackirin. Fîgen bi KHK’a hejmara 692'an hat îxrackirin û got ew hîna têkoşîna xwe didomîne.
 
‘Em têkoşînê esas digirin’
 
Fîgenê destnîşan kir ku li Wanê nêzî 40 kedkarên tenduristiyê hatine îxrackirin û da zanîn ku ew jî wek her kesên ku muxalîf hatine dîtin, ji aliyê desthilatdariyê ve hatine cezakirin û got: “Em têkeoşînê esas digirin. Em kedkar hilbijartinên herêmî girîng dibînin. Desthilatdarî herî zêde îfadeya ‘îradeya gel’ bi kar tîne û di sindoqan de îradeya gel nabîne. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Ev ne terzek demokratîk e. Em hilbijartinên herêmî girîng dibînin.”
 
‘Hilbijartin ji bo hêza jinê bê dîtin şans e’
 
Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li dijî jinên ku li ser piyên xwe disekinin zêdetir êrîş pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Pergal ketiye nêzîkatiyek ku keda jinê mêtînger dike, jinê hepsê malê dike, jinê hedef digire. Qeyûmên tayînî şaredariyan bûne jî ewil êrîşî destkeftiyên jinan kirine. Keda jinê tune kirine. Ji ber vê ev hilbijartin ji bo hêza jinê bê dîtin şansek mezin e. Divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve.”