Sûka dîrokî ya Cizîrê eleqeyê nabîne

  • 09:19 5 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Sûka Kevn a dîrokî ya Cizîrê li hember krîzê berxwe dide û hejmarek kêm a bazirganên jin jî hatine asta ku dikanên xwe bigirin. Gulîzar Olmez diyar kir ku ew dixwazin vê pêvajoyê derbas bikin û li bende piştgiriyê ne.
 
Sûka Kevn a Cizîrê ya Şirnexê ji ber krîza aborî rojên zehmet dijî. Sûka ku bi dehan dikan lê hene, di salên dawî de gelek bêdeng e. Li gorî berê muşteriyên sûkê jî kêm bûne û bazirganên ku karê wan nabe jî neçar mane dikanên xwe bigirin. Li sûka ku bi sedan bazirgan hene, carna seranserê rojê tiştekî nafroşin û yên herî bandor dibin jî bazirgan jin in.
 
‘Em hatin asta girtinê’
 
Gulîzar Olmez ku yek ji bazirganên jin ên sûkê ye ev 4 sal e dikana cil û bergan dide xebitandin. Gulîzarê diyar dike ku ev du sale karê wan kêm dibe û wiha got: “Ji sibehê de li virim, lê hîna me tiştek nefrotiye. Wek bazirganek jin meşandina vê pêvajoyê zehmet e. Ez êdî difikirim ku dikanê bigirim. Welatî ji ber krîzê nikarin tiştekî bikirin. Ne wek berê ye. Rewşa bazirganan gelek zehmet e. Ji bo me jinan hîn zehmetir e.” 
 
‘Wek berê eleqeyê nabîne’
 
Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku sûk tevî ku dîrokî ye wek berê eleqeyê nabîne û gele kes ji ber betal in nikarin tiştekî bikirin. Gulîzarê her wiha got di vê pêvajoyê de zêdetir zirarê dikin û got ew ew ji hemû jinan piştgiriyê dipên.