ÎSÎG: Di meha çileyê de herî kêm 11 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

  • 15:02 4 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
NAVENDA NUÇEYAN - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) rapora meha Çile ya der barê cînayetên kar de aşkere kir. Li gorî raporê di çile de 155 karker di cînayetên kar de mirin. 
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) rapora meha Çile ya der barê cînayetên kar de bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG'ê di çile de 155 karker di cînayetên kar de mirin. Meclisê di raporê de diyar kirin ku herî zêde li Stenbolê 21, li Îzmirê 10, li Enqere 9, li Aydinê 8, li Rihayê 8 û li Samsûnê 7 karker bi giştî 155 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê anî ziman ku kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane 11 jin û 144 mêr in. Meclîsê dîsa bal kişand ser cînayetên qadên kar û wiha got: "Di çandiniyê de 24 karker, di înşaetê de 20 karker, di neqilvaniyê de 19, di karê keştî û tersanê de 19 û karê şaredariyê de jî 14 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di nava karkerên jiyana xwe ji dest dane 10 jê zarok û 19 jî karkerên koçber in.