'Huner bi keda destên jinê xwiştir dibe'

  • 09:10 2 Sibat 2019
  • Ked/Aborî
Beraa El-Elî
 
REQA - Jina bi navê Ayîşa Ebd El-Hemîd a ji Reqayê bi keda destên xwe gelek cureyên kincan çê dike û ji ber karê ku dike jî gelek kêfxweş e. Ayîşayê wiha dibêje:"Ji zarokatî ez karê bi destan çêkirina kincan dikim. Niha gelek kes kincên ku ez çê dikim li xwe dikin û bextewar dibin. Dema ku ez dibînim ew bextewar dibin ez jî bextewar dibim."
 
Piştî ku Reqa hat rizgarkirin şûnde jinên Reqayê di her awayî de bêtir xwe pêş xistin û xwe dikarin îfade bikin. Di warê karê huner û destan de jî jinên Reqayê xwe pêş dixin û feyzê ji hevdu digirin. Jina bi navê Ayîşa Ebd El-Hemîd a 29 salî û ji Reqayê ku di warê hunera destan de xwe pêş xistiye wiha dibêje:"Huner bi keda destên jinê xwiştir dibe. Ez dixwazim hemû jin xwe di her awayî de pêş bixin. Çimkî jin dema xwe pêş dixin bi vê yekê girêdayî civak jî pêş dikeve."
 
'Ez ji karê hunerî gelek hez dikim û dev jê bernadim'
 
Ayîşayê da zanîn ku wê gelek ji mamosteya xwe ya karê hunerê hez dikir û wiha got:"Min gelek ji mamosteya xwe ya karê hunerê hez dikir. Ez di bin bandora wê de mam. Dayika min jî bi karê hunera destan mijûl dibû. Di heman demê de ez di bin bandora dayika xwe de jî mam. Ez kum, qazax, atqî, gore, papîk, êleg çê dikim. Ez ne tenê ji bo xwe ji bo heval û cîranên xwe jî çê dikim. Ew jî ez jî bi vê yekê bextewar dibin. Niha ez zewicî me û zarokên min hene. Ez di heman demê de berpirsiyariya mala xwe jî tînim cih. Karê min wiha zehmet dibe lê dîsa jî li berxwe didim. Ez ji karê hunerî gelek hez dikim û dev jê bernadim."
 
'Huner bi keda destên jinê xwiştir dibe'
 
Ayîşayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez gelek rengan bi kar tînim. Loma karê ku ez dikim xweştir dibe. Ji zarokatî ez karê bi destan çêkirina kincan dikim. Niha gelek kes kincên ku ez çê dikim li xwe dikin û bextewar dibin. Dema ku ez dibînim ew bextewar dibin ez jî bextewar dibim. Huner bi keda destên jinê xwiştir dibe. Ez dixwazim hemû jin xwe di her awayî de pêş bixin. Çimkî jin dema xwe pêş dixin bi vê yekê girêdayî civak jî pêş dikeve."