Jina ku dest ji çanda xwe ya kurdî bernade: Nura Abay

  • 12:21 28 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Gulistan Azak
 
AMED - Jina bi navê Nura Abay ku bi salan e çanda nanê tenûrê dide jiyîn bi xeml û xêza xwe çanda cil û bergên kurdî jî nîşanî me dide. 
 
Nanê tenûrê parçeyek ji çanda xwarinê ya herî girîng a Kurdistanê ye. Nanê tenûrê hem bi ekla xwe û hem jî bi bîhna xwe cudahiya xwe ya ji nanên din diyar dike. Lê bi pêşketina teknolojiyê re piştî ku firnê sanayiyê zêde bûn êdî ev nanê ku bi awayê xwezayî di tenûran de tê pijandin zêde nema tê çêkirin. Herçend ku nanê sêlê jî xwedî cihekî girînge disa jî nanê tenûrê ji ber ku demek dirêj dikare bê hilanîn bêhtir tê bikaranîn. Jinên Amedê ku naxwazin ev kevneşopiya nanê tenûrê bê jibîrkirin vê çanda xwe li nava bajêr jî didomînin. Ji van jinên ku vê çandê berdewam dikin Nura Abay a ku bi şemla xwe ya mor û bi cil û bergên xwe yên kurdî tenûrvaniyê dike bi vê helwesta xwe nîşan dide ku çiqasî li çanda xwe xwedî dertê. Nura di axaftina ku me pêre kir û  heta ku nanê xwe pêjand girêdana xwe ya bi têkoşîna kurd re bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" vegot.
 
Cil û bergên min  mîrasa çanda minin'
 
Nura diyar kir ku kevneşopiya şala wê ya mor ji ya tenûrê kevntir e û got ku rengê mor hêza jinê nîşan dide û ji ber vê ew her daîm ew di rengê cil û bergên xwe de vî rengî bi kar tîne. Nura wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di hemû karên ku ez dikim de hûn dikarin rengê mor bibînin û rengê mor hêza jinê nîşan dide. Ez di hemû cil û bergên li xwe dikim de rengê mor tercîh dikim. Ev reng hêzê dide min." Nûra  bal kişnd ser gulikên kesk sor û zer yên bi şemla xwe ve jî û got ku ev reng jî nasnameya min temsîl dikin.
 
'Ber tenûran cihê çareserkirina pirsgirêkên jinan  bûn'
 
Nura di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku jinan berê tenûr ne tenê ji bo pêjandina nan bi kar anîne, qada ber tenûrê ji bo xwe wekî cihê pareseriya pirsgirêkên jinan jî bi kar anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya bi salan jinan li ber van tenûran stran gotine û ji bo pirsgirêkên xwe bi hev re li çareseriyê geriyane. Lê niha bi pêşketina teknolojiyê re ev çanda qedîm her ku diçe qels dibe. Lê dîsa jî pêjandina nanê tenûrê gelek xweş e. Mînak; kesk dema ku ji ber tenûrê derbas bibe pir bi rehetî diare bibêje kanî nanekî bide min. Anjî malek nêzî tenûrê ku cîrane, dikare bibêje 'Tiştekî kêm hebe bi zarokê re min agahdar bike' ev çanda ku tê jiyîn çandeke gelek xweş e."
 
'Bila jinên dema me jî nanê xwe di tenûrê de bipêjin'
 
Nura diyar kir ku kesên çanda tenûrê heta roja îro anîne jin in, ji bo ku ev kevneşopî bê berdewam kirin diêv ku jinên dema me jî nanê xw bi tenûrê bipijînin. Nura wiha dawî li axafitna xwe anî: "Nanê tenûrê hem bi kekle û hem jî demek dirêj dikare bê hilanîn û bikaranîn.  Li Amedê kesên ku îmkanên wan dest bidin nanê xwe bi tenûrê dipijînin.  Lê li bajêr her cih ji bo vî karî ne guncav e. Ez pişjandina nanê tenûrê ji dayika xwe hînbûm. Ji bo ku ev çanda me têk neçe divê jinên dema me jî nanê xwe bi tenûrê bipêjin."