Krîza aboarî jin xizantir kir

  • 09:10 27 Çile 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Basra Abî ya li malê bi çêkirina berhemên destan debara xwe dike diyar dike ku ji ber krîza aborî êdî nikarin wek berê  qezenc bikin û got ku krîzê herî zêde jin xizan kirin.
 
Li Wanê gelek jin bi berhemên bi destên xwe çêdikin debara xwe dikin û niha ji ber krîza aboarî jiyana wan zehmetir bû. Basra Abî ya li taxa Hîsar a Îpekyol a Wanê dijî ev 12 sale bi çêkirina berhemên destan debara xwe dike.
 
‘Ez heqdestê ku heq dikim nagirim’
 
Basrayê daxuyakirin ku ji ber krîza aborî hatine asta ku nikarin kar bikin û wiha pê deçû: “Berê ji sibehê heta êvarê dixebitim ku alavên ji bo cihêz bigihîhim. Min kedek mezin dida. Lê min heqdesteke ku heqdikim negirt. Beriya krîzê seranserê zivistanê min bi pereyê lîf û nexşên ku çêdikirin zarokên xwe dişandin dibistanê û debara xwe dikir.”
 
‘Karê esnafan jî sekinî’
 
Basra ku berhemên xwe difrot esnafên bazara Rûs ev tişt anî ziman: “Esnafên bazarê ji bo çêkirina berheman morîk, derzî û ta dida. Min tenê pereyê heqdesta xwe digirt. Ji ber krîzê kar sekinî. Ji ber vê karê jinan jî sekinî. Ez mehê niha 20-30 berhemî difroşim. Berê min 800 TL qezenc dikir lê niha li gel ku buhayê her tiştekî duqat sê qat bûye niha 300 TL qezenc dikim. Krîzê bandor li ser me kir. Divê demildest çareseriyekê ji bo vê bibînin.”