'Çand nasname ye, divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin'

  • 09:02 26 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Şoreş Gelo li Şehbayê bi çêkirina kefiyan hem çanda xwe didomîne hem jî debara xwe dike. Şoreşê derbarê çêkirina kefiyan de wiha dibêje:"Ez gelekî ji karê xemilandina kefiyan hez dikim. Ev çandek kevnar e û ez hewl didim ku li vê çandê xwedî derkevim."
 
Şoreş Gelo ya ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Şehbayê bi cih bûye niha bi çêkirin û xemilandina kefiyan dem çanda xwe didomîne hem jî debara xwe dike. Şoreşê wiha dibêje:"Bi çêkirin û xemilandina kefiyan pêdiviya min ji kesekî namîne. Ez wiha li ser lingên xwe disekinim û debara xwe dikim. Hêviya min ew e ku hemû jin li ser lingên xwe bisekinin."
 
'Tevî şerdên zor û zehmet ez çêkirina kefiyan didomînim'
 
Şoreşê wiha got:"Tevî şerdên zor û zehmet ez çêkirina kefiyan didomînim. Min bi derfetên kêm ji xwe re dikanek biçûk vekir. Di destpêkê de min gelek zehmetî kişand. Lê tevî zor û zehmetiyan ez hewl didim ku bi keda destan çanda xwe bidomînim. Bi morîkên rengo rengo ez kefiyan çê dikim. Keça min jî alîkariya min dike. Ciwan gelek ji van kefiyan û rengê wê hez dikin."
 
Şoreşê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em ji ber êrîşên dewleta tirk ji Efrînê koç bûn û li Şehbayê bi cih bûn me gelek zehmetî kişand. Armanca dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ew bû ku çanda kurdan û deskeftiyên kurdan tune bike. Lê çi dibe bila bibe em ê her dem ji bo çanda xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez gelekî ji karê xemilandina kefiyan hez dikim. Ev çandek kevnar e û ez hewl didim ku li vê çandê xwedî derkevim. Bi çêkirin û xemilandina kefiyan pêdiviya min ji kesekî namîne. Ez wiha li ser lingên xwe disekinim û debara xwe dikim. Hêviya min ew e ku hemû jin li ser lingên xwe bisekinin."