‘Dewlemend zêdetir dewlemend, xizan jî zêdetir xizan dibin’

  • 09:17 22 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Welatî û esnafan diyar kirin ku krîza aborî wê piştî hilbijartinan kûrtir bibe û gotin ku divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn û ev tişt got: “Dewlemend zêdetir dewlemend, xizan jî zêdetir xizan dibin. Pergala koletiyê ev e.”
 
Ji ber krîza aborî gel du car xizan bûye û piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde wê krîz zêdetir kûr bibe. Jinên hatine Bazara Gund a Muglayê bertek nîşanê polîtîkayên şer dan û bang li hikûmetê kirin.
 
‘Krîz wê piştî Adarê bê’
 
Jina bi navê Sadiye Çîçek bi lêv kir ku sal bi sal gel xizantir dibin û hemû mehaneya wan diçe fature û hewcedariyên sereke û got: “Mehaneya asgarî tu car têr nekir. Ji bo tiştên herî hewcedar zem tê kirin. Tenduristî, perwerde, her tişt bi pere ye. Her kes vê dizane. Her kes di bin sînorê birçîbûnê de dijî. Krîz wê piştî Adarê girantir bibe.”
 
‘Ji ser poşetan karê dikin’
 
Emîne Albayrak jî destnîşan kir ku firotina poşetan eleqey wê bi derdorê tune û got: “Çareserî ne firotina poşetane, pêşxistina teşeyê jiyanê ye. Ger xwezayê difikirin bila bi giştî poşetan ji holê rabikin. Li her derê şûşeyên pet hene. Gelo ev çi dibin? Yanî yên pereyên wan hebin wê dedorê qirêj bikin.”
 
Umran Aydin jî anî ziman ku piştî krîzê her tiş 3-4 kat biha bûye û herî zêde krîz bandorê li ser jinan dike, jinan betal dihêle.
 
Melhat Guzel ku li bazarê esnafiyê dike jî ev tişt anî ziman: “Kes nikare tiştekî bikire. Em ava firingiyan ya kîloya wê 35 TL ye ji neçarî bi 15 TL difroşin. Sedema vê şer e. Piştî şer dewlemend zêdetir dewlemend bûn, xizan jî zêdetir xizan bûn."
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku ji ber krîzê neçar dimînin berhemên erzan bigirin û got ev koletiya pergalê ye. Esnafekî din jî nerazîbûn nîşan da û bi lêv kir ku krîz girane û lêçûn jî zêdene û got wan dîsa hinek tişt dîtine lê wê zarok û ciwan rojên xweş nebînin.