Yekem jina li Tirbespiyê bi tamîra elektirêkê mijûl dibe

  • 09:26 21 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Rûken Goman 
 
TIRBESPIYÊ - Efaf Hecî  yekem jin e  ku li Tirbespiyê  bi tamîrkirina alavên elektronîk mijûl dibe. Di derbarê vê  pîşeya  xwe de dibêje:"Baweriya min bi  îradeya jinê hebû. Baweriya min bi min hebû ku ez bikaribim karê tamîrê bikim. Niha ez gelek ji karê xwe hez dikim."
 
Jina bi navê Efaf Hecî ya ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê ye û bi temenê xwe 37 salî ye niha karê tamîrê dike. Efafê derbarê karê xwe de wiha axivî:"Ev 13 sal in ez vî karî dikim. Dema ku mirov bixwaze tiştekî ku neke tune ye. Min jî bi îradeya xwe ya azad ev kar kir û ez gelek bextewar im."
 
'Min xwest ez qalibên civakê bişkînim'
 
Efafê wiha got:"Ji ber ku gelek meraqa min ji bo vî karî hebû hevserê min alîkariya min kir. Ew jî pisporê vî karî ye. Dema ku dît ez bi îradeyek xurt û bi biryar dixwazim hîn bibim wî jî alîkariya min kir. Niha ez li dikanê dixebitim dikarim tiştên elektronîk tamîr bikim. Di destpêkê de ji ber nêrîn û nêzîkatiya civakê min gelek şerm dikir. Lê niha şerm nakim. Zehmetiyên ku di destpêkê de min dikişand niha nakişînim."
 
'Divê mirova jixwe bawer be'
 
Efafê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku hinekan ji min re digot 'tu jin î eyb e vî karî neke' min guh nedide wan. Min gelek kes jî fêrî vî karî kir. Ez ji ber vê yekê jî gelek bextewar im. Baweriya min bi  îradeya jinê hebû. Baweriya min bi min hebû ku ez bikaribim karê tamîrê bikim. Niha ez gelek ji karê xwe hez dikim. Ev 13 sal in ez vî karî dikim. Dema ku mirov bixwaze tiştekî ku neke tune ye. Min jî bi îradeya xwe ya azad ev kar kir û ez gelek bextewar im. Divê mirov jixwe bawer be. Dema ku mirov jixwe bawer be dikare her karî bike."