‘Qedexekirina berxwedana ÎZBAN'ê feraseta AKP û CHP’ê nîşan dide’

  • 11:01 19 Çile 2019
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Seroka EMEP a Îzmîrê Emîne Uyar diyar kir ku qedexekirina berxwedana ÎZBAN'ê feraseta şaredariyên AKP û CHP’ê nîşan dide û got divê karker şûnde gavê navêjin û wiha berdewam kir: “Têkoşîn mafekî ku ji aliyê karkeran ve hatiye bidestxistin e. Tevî ev maf hatiye qedexekirin jî divê dîsa bê bikaranîn.”
 
Xebatkarên ÎZBAN'ê ku saziya hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Riyênhesinî ya Dewletê (TCDD) ye, piştî ku di peymana komî de li hev nekirin di 10’ê Kanûna 2018’an de dest ji kar berdan û li ber Gara Alsancakê daxuyanî dan û 343 karker ketin grevê. Tevî hemû gotinan karkeran çalakiya xwe mehekê berdewam kirin.
 
Di roja 30’ê grevê de bi biryara serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan biryar hat taloqkirin. Bi biryara taloqkirina 60 rojî ji bo rêveberiya ÎZBAN û Sendîka Demîryol-îş dem hat dayîn. Piştî vê pêvajoyê êdî karker mafê wan yên grevê tune ye. 
 
'Divê karker mafê xwe yê grevê bi kar bînin'
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) Emîne Uyar diyar kir ku hilbijartin nikare pêşî li lêgerîna maf a karkeran bigire û got di bin berxwedana ÎZBAN’ê de armancên cuda derxistin tê wateya reşkirina berxwedanê û wiha got: “Divê hemû partiyên siyasî yên li alî kedê ne li pişt vê berxwedanê bûna. Yên sekinînin hebûn. Di dema pêvajoya AKP’ê de nêzî 16 grevan hat qedexekirin. Qedexekirina grevan jî ne çareseriye. Qedexekirinek wisa pisgirêka hemû kesî ye. Karker divê tevî hemû qedexeyan mafên xwe yên grevê bikar bînin.”
 
Emîneyê di awiya axaftina xwe de da zanîn ku AKP û CHP’ê mafê karkeran neparastiye û tu ferqa CHP’ê ji AKP’ê tune.