Gel ji bihabûna jiyanê bêzar in

  • 09:13 18 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku li dijî bihabûna jiyanê meaşê asgarî jî helyaye û diyar kirin ku di bin sînorê xizaniyê de dijîn û gotin: "Bila ew rojekê bi pereyê li me rewa dibînin bijîn em ê wan bibînin."
 
Li Qada Deriyê Çiyê û Kolana Hunerê ya Ofîsê ya Amedê jinan der barê zema tê kirin, meaşa asgarî de nirxandin kirin û bertek nîşan dan.
 
Jina bi navê Naşîde Gul diyar kir ku zema ji bo meaşên wan tên kirin têrî kesên teqawît nake û wiha got: “Ji bo teqawîtên SSK, Bag-Kur û çandiniyê ji sedî 10 û 19 zem hat kirin lê dîsa jî tiştek ji me re namîne. Em nikarin lêçûnên xwe bigirin.”
 
Fatma Karaca jî destnîşan kir ku jiyana ku dijîn ne jiyan e û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber pirsgirêkên debarê, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê tên jiyîn. Krîza aborî rê li ber pirsgirêkên malbatê vedike. Bila bên bi pereyê me rojekê bijîn em ê wan bibînin.”
 
Buse Aydogdu jî anî ziman ku malbata wê bi meaşê asgarî debara xwe dike û got: “Ji ber vê nikarin zêde piştgiriyê bidin perwerdeya min. Her tişt biha ye. Kazaxek kêmî 100 TL yî nîne. Tu hatinek me ji cihek din tune ye. Ez bi pereyê ji malbata xwe digirim debara xwe dikim.”
 
‘Bi çend quruşan me dixapînin’
 
Seda Duyan jî wiha got: “Zema ji bo meaşê asgarî kirine têr nake. Hikûmet vê jî ji bo razemeniya hilbijartinê dike. Ev gel çi digire ku çi bixwe? Me bi çend quruşan dixapînin.”
 
Şerîfe Şehîrlî jî bi lêv kir ku tu kes nikare bi vî meaşî debara xwe bike û bang li hikûmetê kir ku bila kesî neke alava lîstikên hilbijartinê. Bahar Boçkun jî got tu kes nikare bi vî pereyî debara xwe bike.
 
Kubra Sevîlgen jî wiha got: “Ez li bende kadroya xwe me. Ez mamoste me. Ji ber pereyê asgarî kêm e ez naxwazim mamostetiyê jî bikim. Mezunên zanîngehê betal in. Gel bi awayekî cidî zehmetiyan dikşîne.”
 
Gulîstan Dogan jî bertek nîşanî rewşê da û got zema ji bo meaşê asgarî hatiye kirin li dijî zema ji bo her tiştî tê kirin, dihele û bi tu awayî nikarin debara xwe bikin.