Krîz jinan betal dihêle: Hejmara jinên karker her ku diçe kêm dibe

  • 09:15 16 Çile 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Krîza aborî bandorek mezin li ser jinan dike. Eda Çoban a ku ji ber krîzê karê wê li ber rawestandinê ye, got ku hejmara karkerên serê parçe kar dikin ji 300’î daxistine 10’an ji ber ku kar tune ye.
 
Yek ji aliyên ku herî zêde ji krîza aborî bi bandor bûn esnaf bûn. Ji ber nikarin kar bikin kargehên xwe digirin. Jinên li navenda Wanê dukan vekirin û xebitandin, diyar kirin ku gelek jinên ku kar didan wan jî betal mane.
 
'Ji ber krîzê me hejmara karkeran kêm kir'
 
Eda Çoban ya karê bîjuterî dike, berê ji bo 300 jinî derfeta kar dida lê ji ber krîzê ev hejmar daket 10’an. Edayê diyar kir ku ji morîkan gelek xişir çêkirine û wiha got: “Beriya krîzê di bîjuteriyê de atolye hebû. Jinan hem perwerde digirt hem jî dixebitin pere qezenc dikirin. Lê ji ber krîzê em neçar man atolyê bigirin. Alav li ser dolar dihatin. Em jî nikarin alavan bigirin.”
 
'Em nikarin mûçeyê karkerên xwe jî bidin'
 
Nurgul Şeker ya civaknasî xwendiye, ji ber kar nedîtiye esnafiyê dike û kafekê dide xebitandin. Nurgulê destnîşan kir ku ji ber krîzê gelek zehmetiyan dikşînin û got sala 2019’an sala rastîn ya krîzê ye û got: “Em nikarin fatureyên xwe jî razînin. Em nikarin kirê bidin. Em nikarin mûçeyê karkeran bidin. Beriya krîzê me stoka xurek dikir. Em niha jî nikarin bikirin. Yên herî zêde ji krîzê bi bandor bûne jinin.”