Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bû: Îşkenceya lêgerîna dev

  • 09:04 4 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Yek ji parêzerên Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Çagla Leyla Kaya got ‘Îdareyên girtîgehên saziyên biçûk ên dewletê ne’ û îşkenceya îradeyên girtîgehan a li girtiyan nirxand û got: “Li her qawişê pêkanînên cuda hene. Demên dawî de rêbaza bi kamerayê lêgerîna dev zêde bûye. Em ê her tim li dijî van binpêkirinên maf bin.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîghên Tirkiyeyê her diçin zêde dibin. Li ser girtiyan ji aliyê îradeyê ve îşkenceya tê kirin her diçe giran dibe. Ji van binpêkirinên mafan, lêdan, tehdîd, heqeret, lêgerîna tazî, bi kamerayê lêgerîna dev, li ser piyan jimartin, mafê hewadankê astengkirin. Di sala dawî de li hember girtiyan herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan pêk hatiye.
 
Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Çagla Leyla Kaya binpêkirinên mafan ên li girtiyên siyasî nirxand.
 
Tundiya lêgerîna tazî!
 
Çaglayê diyar kir ku di pêvajoya dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û bi taybet li ser girtiyên siyasî zext zêde bûne. Çaglayê wiha dirêjî dayê: “Demên dawî de bi taybet lêgerîna tazî û lêgerîna dev zêde bûye. Li Mersîn û Edeneyê lêgerîna dev zêde bûye. Binpêkirin li gorî herêman diguhere. Li gorî herêman pêkanînên taybet hene. Di hevdîtina bi muvekîla xwe re got ku gardiyan dermanên psîkiyatrî tînin qawişan û girtî digirin û bi kar tînin. Lê di pêkanînên dawî de girtiyan gazî dikin ber derî û  dixwazin li ber kamerayan bikar bînin. Bêguman girtiyên siyasî vê red dikin. Girtiyên siyasî dibêji em ne mecbûr in vê bi zextê bigirin, ji xwe doktor daye me û ev derman e.”
 
Rêbazeke tundiyê ya din!
 
Çaglayê daxuyakirin ku piştî girtî dermanên psîkolojîk digirin gardiyan lêgerîna dev dike û wiha pê de çû: “Di pêkanîna ku hefteya borî destpê kiriye de, sê gardiyan van dermanan tîne û bi zorê dide girtî. Ji bilî kameraya li ber derî gardiyan bi kamerayek din tê û bêguman asta vê zextê êdî tundiyê nîşan dide. Kesekî pirsgirêka wî ya tenduristiyê heye ji xwe zext li ser heye û ji ser makbuzên siyasî zextek mezin ava dike. Demên dawî de der barê 30 kesî de cezayê hucreyê hatin birîn û li ser hev sê caran cezayên dîsîplînê hatin birîn û kesên cezayên hucreyê girtin înfaza wan tê taloqkirin.”
 
Girtiyan dernaxin revîrê
 
Çaglayê bi lêv kir ku her qada girtîgehê veguhestiye polîtîkayê û  îdareyeke ku cezayê hucreyê dide her kesî heye û got: “Girtî dixwazin biçin revîrê lê daxwaza wan nayê cih. Hefteya borî çûm serdana muvekîlê xwe û got ew dernexistine revîrê. Wezîreta Dadê ji bo van serlêdanan wiha dibêje, ‘hûn ji xwe derdikevin revîrê li wir qeyd tê girtin di pergalê de tê dîtin’. Lê di esasê de girtî naçin revîrê. Personelê tenduristiyê tê qawişê ji mazgalê bang dike dibêje yên nerehetiya wan heye an na. Nîşeyê digire û diçe cem doktor li gorî vê derman dide. Yanî ji dûr ve tên dermankirin. Mafê tenduristiyê mafê herî sereke ye. Xwegîhandina vî mafî jî berpirsyariya dewletê ye. Dewlet neçar e vî mafî bîne cih.” 
 
‘Em ê her tim li dijî binpêkirinan bin’
 
Çaglayê balkişan ser pêngava greva birçîbûnê û boykotê ya girtiyan û wiha pê de çû: “Girtiyan li ser tecrîdê biryar girtine. Dernakevin hevdîtin û rûniştinan. Biryarek wisa ji me re ragihandin. Xizmên girtiyan jî her hefte li ber girtîgehê çalakiyê pêk tînin. Girtiyên dernekevin rûniştinan bi zorê dibin. Li girtîgehan pêkanînên kêfî  pir zêde ne. Em careke din dibêjin ku em li dijî van pêkanînan e û van qebûl nakin.”