Rojnamegara ku qetilkirina Nika Shakrami ragihand tê darizandin

  • 11:55 3 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Marzieh Mahmoudi bi hinceta der barê bûyera Nika Shakrami a beriya were qetilkirin destdirêjî lê hatibû kirin, nûçeyek nû çekiriye ev cara 3’yan e ji bo îfadeyê gazî wê dikin.
 
Piştî qetilkirina Jîna Amînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kiribû. Di dema mudaxaleya li dijî serhildanê, Nika Shakarimi ji aliyê îstîxbarata Îranê destdirêjî lê tê kirin û piştre tê qetilkirin. Rojmaneger Marzieh Mahmoudi ji ber qetilkirina Nika Shakramikiriye nûçe ev 3 caran ji bo îfadeyê tê gazîkirin
 
Parêzerê rojnamevan Reza Shafakhah li ser hesabê xwe yê X’ê de der barê Marzieh Mahmoudi de parvekirin kir. Parêzer diyar kir ku Marzieh Mahmoudi ji ber nûçeyek nû ya heman mijarê di 13’ Tirmehê de cara 3’an wê were darizandin.
 
Marzieh Mahmoudi di çarçoveya dosyaya ku di meha Gulana îsal de ji aliyê 16’an Şaxa Lêkolînê ya Serdozgeriya Çand û Ragihandinê ve li dijî wê hatibû vekirin, ji bo îfadedayînê hatibû gazîkirin. Marzieh Mahmoudi a ku beriya niha ji ber rexne li daxuyaniyên parlamenterê berê Hemîd Rasayî yên li dijî serhildana şoreşê ya 17’ê Gulana 2023’an, kiribû ji aliyê dadgehê ve 30 milyon tûmen cezayê pere lê hatibû birîn û salekê sirgûnî bajarê Tûrbet Camê hat kirin.