Leyla Zana ji doza propagandayê, berat kir

  • 11:19 3 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Der barê Leyla Zana de bi hinceta ku di sala 2022’yan de di dema parlamenteriya xwe de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirinek kiriye, doz hat vekirin. Leyla di danişîna duh hat dîtin de hat beratkirin.
 
Li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana di sala 2022’an de bi hinceta ku di salên 2014-2015’an de dema parlamentera Agiriyê bû, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X (Twitter) parvekirin kiribû, bi hinceta propaganda kiriye doz hatibû vekirin.
 
Leylayê di rûniştina biryarê ya ku duh li 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de berat kir.