'Îktîdar li dijî hêza jinan kujeran diparêz e'

  • 10:58 3 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş
 
AMED - Parêzeran bal kişandin ser zêdebûna şîdeta li ser jinê ya bi destê mêr, dewlet û çeteyan, diyar kirin ku di encama parastina kiryaran ji aliyê dewletê ve tundî zêde bûye.
 
Li her qadên jiyanê li hemberî jinan her roja ku derbas dibe şîdeta li hemberî jinan zêde dibe. Di êrişan de çend profilên kiryaran biguherin jî di encamê de jin hedef tên girtin. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber zêdebûna şîdetê vedike. Jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî hevkariya şîdetê ya li hemberî jinan têkoşîneke hevpar didin meşandin. 
 
Jinên ku di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ji bo parastina mafên mirovan têdikoşin ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa êrişên organîze yên li hemberî jinan pêk tên kirin. 
 
Betalkirina Peymana Stenbolê 
 
Nûnera ÎHD'ê ya Bedlîsê û endama Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestinin (KCDP) parêzer Berfîn Ozan, di axaftina xwe de behsa betalkirina Peymana Stenbolê kir û got: "Piştî betalkirina peymanê bêtir şîdeta li hemberî jinan zêde bû. Şîdet xwe li ser rol û zîhniyeta 'Jinêm makûl, dayika baş, hevjîna baş' diafirîne. Bi anîna qanûnên nû, serbestberdana kujer û êrişkaran asta şîdeta li hemberî jinan zêde kir. Ev kiryar, dibînin ku piştî demek kurt ji girtîgehê derdikevin. Ev yek cesaretê dide kiryaran. Ji ber ku di Qanûna Ceza a Tirk de kuştin û birîndarkirina qestî ya li hemberî jinan nayê sererastkirin kiryar tên parastin."
 
Hêz girtina kiryaran...
 
Berfîn, daxuyand ku li dijî qirkirina jinê li qadan têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li qadan bi jinan re hevdîtinan pêk tînin. Armanca me ya sereke beriya şîdetê parastina jinan bikin û şîdetê rawestînin. Lê belê mixabin em her tim bi jinên ku bûne mexdûrê şîdetê re hevdîtina pêk tînin. Heke gilî hatibe kirin û dozek hebe em van dişopînin. Heke hêj nehatiba asta dozê jî em em bi dozgeriyê re dikevin têkiliyê. Ji ber ku bêcezahiştin hêzê dide kiryaran. Her wiha rola îktîdarê jî di vê helê de gelek e. Dema parlamenterek di meclîsê behsa wan mijaran bike li gorî me pir bi qimet e. Em tu carî dev jî bernadin, em ê li qadan bin û em ê dozê jinan bişopînin." 
 
Domandina polîtîkayên bêcezahiştinê
 
Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, da zanîn ku ji ber polîtîkayên dewletê, êrişên aborî û civakî şîdeta li hemberî jinan zêde dibe û wiha bi lêv kir: "Her wiha tarîkat jî parçeyeke vê şîdetê ye. Herî dawiyê li Amedê koma reqsê ji hêla endamên tarîqatê ve bi êrişê rûbirû man. Ev yek polîtîkayên tirsandin û cewisandinê ye. Mijara hewzê jî tê wateya tirsandinê ku jin ji qadên jiyanê dûr bikevin. Hewl didin ku qadên azad teng bikin. Ji ber ku di makeqanûna dewletê de polîtîkayên parastina jinê nîne. Derbarê êrişên li hemberî jinan de serlêdan sûc dikin û vê pêvajoyê jî ji nêz ve dişopînin. Heta ku bi qanûnan qirkirina jinan neyê rawestandin, ev polîtîkayên bêcezahiştinê dê bidomin. Ev êrişên li hemberî jinan jî dê bidomin. Em jin jî divê di têkoşîna xwe de tavizan nedin û li dijî astengkirina qadên azadiyê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê ne tenê ÎHD, şêniyên taxê jî li hemberî astengkirinê bikaribe dengê xwe derxe."
 
'Jinan wek tehtîd dibînin'
 
Cigîra Serokatiya ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy, diyar kir ku cinayetên jinan polîtîk e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heke kiryar ceza bigirin êdî nikarin cesaretê bigirin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê mêr xwe bi hêz dibînin. Ev yek pirsgirêkeke rêveberî û pergalê ye. Îktîdar hêzbûna jinê ji xwe re wek tehtîd dibîne. Jin dema bi hêz be û têkoşîna jinan mezin bibe dê zîhniyeta wan têk biçe. Ji ber ku mezinbûna tora têkoşîna jinan wek tehdît dibîne ji bo jinan polîtîkayek jî nafirîne."
 
Ji bo jinan pêvajoyeke nû'
 
Hevseroka Giştî ÎHD'ê Eren Keskîn jî derbarê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Çawa ku dewlet li hemberî jinan û LGBT+ nifiran dike vê demê şîdeta li hemberî van zêde dibe. Bi saya têkoşîneke mezin Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê hatibû qebûlkirin lê di sala 2021'an de hat betalkirin, ev yek rê li ber zêdebûna şîdeta li hemberî jinê vekir. Piştre pevajoyek nû dest pê kir. Zêdebûna kuştina jinan û şîdeta li hemberî jinan bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ye û divê wisa jî bê nirxandin." 
 
'Mudaxaleyê qadên jiyanê dikin'
 
Eren, wiha bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî Kurdistanê: "Di salên 90'î de tetikkêşên dewletê li Kurdistanê gelek qetlîam pêk anî û di demên dawiyê de jî bi taybetî jî li Amedê heman tetikkêş bi rêbazên cuda derdikevin holê. Wek komên ku reqsê dikin asteng dikin, êrişên mirovên ku diçîn restorantên Burger Kîngê dikin, êrişê jinên ku diçin hewzê dikin û hwd. Ev yek tewahî tê wateya mudaxalekirina qadên jiyanê." 
 
'Êrişkar ji hêla dewletê ve tên parastin'
 
Eren wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxuyaniyên ku ji bo pêkanîna aştiyê tên kirin tên astengkirin lê belê cihên ku êriş pêk tên jî mudaxale nayên kirin. Dewleta ku Dayikên Şemiyê asteng dike, lê belê êrişên organîzekirî asteng nake. Çima? Hewldana ku li Amedê ji hêla kesên taybet ve tên kirin ji hêla dewletê ve tên parastin. Dizanin tên parastin ji ber vê yekê wisa azad êriş dikin. Mînak di wan bûyeran de kesek nehat girtin. Di 1'ê Gulanê de bi dehan kes hatin girtin û bi dehan siyasetmedarên kurd ji ber siyaseta ku dikin hatin girtin. Girtiyên Geziyê li holê ne. Lê belê kesên ku êrişên wisa vekirî dikin qet nehatin girtin. Li vir parastineke dewletê heye. Ji ber vê yekê em parêzvanên mafên mirovan û jinên têkoşêr dê li hemberî hişmendiya bi vî rengî li ber xwe bidin."