Runiştina gumanbarê Hasret Tulal hat taloqkirin

  • 17:37 28 Hezîran 2024
  • Hiqûq
RIHA - Danişîna doza gumanbar Şervan Gulel ê Hasret Tutal qetil kir ku ji nûve tê darizandin, ji ber bavê gumanbar ê diviyabû weke şahid were guhdarkirin nehat danişîn taloqî 27’ê îlonê hate kirin. 
 
Li taxa Akpiyar a navçeya Karakopru ya Rihayê di 7’ê cotmeha 2021’ê de Şervan Gulel (34) bi demançeyê Hasret Tutal qetil kiribû. Piştî ku 15 sal cezayê hefsê yê li Şervan Gulel hatibû birîn ji aliyê îstînafê ve hate xera kirin, biryara darizandina jinûve hatibû dayîn. Danişîna duyemîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Ji bilî malbat û parêzerên gumanbar endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endamên Platforma Jinan a Rihayê tevli danişînê bûn. Faîlê ku girtî tê darizandin jî tev li danişînê nebu. 
 
Bavê gumanbar Şeyhmûs Gulel ku di danişîna dawî de biryar hate dayîn ku weke şahid bê guhdarkirin, tevli danişînê nebû. Li ser vê yekê şandeya dadgehê biryar da ku Şeyhmûs Gulel bi darê zorê bê anîn û rewşa girtinê ya gumanbar bidome û danişîn taloqî 27’ê îlonê kir