Beşdarbûna gel a ji bo hilbijartinên li Kurdistanê hat aşkerekirin
- 08:58 1 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê diyar kir ku beşdarbûna ji bo hilbijartinê ji sedî 57,96 e.
Berdevkê Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê hat lidarxistin de beşdarbûna gel a ji bo hilbijartinên parlamentoyê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara beşdarbûnê ji sedî 57.96 bû.
Li gor daxuyaniya komisyonê li hinek bajaran hejmara beşdarbûna ji bo hilbijartinê wiha ye:
Hewlêr: Ji sedî 58
Silêmanî: Ji sedî 54
Duhok: Ji sedî 61
Halepçe: Ji sedî 60
Berdevkê Komisyona Bilind a Azad a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar diyar kir ku dê encamên hilbijartinê di nav 3 rojan de diyar bibe.