Çîroka berxwedanê ya jineke kurd
- 09:02 16 Mijdar 2024
- Rojane
Rabîa Onver
COLEMÊRG - Jiyana Pinar Yilmaz a ku di 19 saliya xwe de bi "Torosa Spî" hat revandin, bi hefteyan îşkence lê hat kirin û piştî dibêjin dibe ku miribe diavêjin çopê ku ji nû ve bi berxwedanê bi ser xwe ve tê, piştî van pêkanînan jî,bi têkoşîna li dijî îşkence, girtin, tundiya dewletê, koçberî û kuştinên kiryar ne diyar derbas dibe. Pinar Yilmaz van hemû pêkanînan bi gotina "Pergalê min ji tune afirand" pênase dike.
Her jinek ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn dijî, çîrokek e. Carinan jin çîrokên neqediyayî temam dikin, carinan jî ew bi xwe dibin mijara çîrokan. Lê belê ya sereke ya ku hemû jinan dike yek, ala têkoşînê ku ji wan re mîras hatiye hiştinê ye. Hin kes ala xwe ya yekemîn a serhildanê li dijî malbatên xwe bilind dikin, hinên din jî bi serhildana li dijî desthilatdariya mêr û dewletê ya serdest, dikevin nava têkoşînê. Yek ji bêhejmar jinên Kurd ku jiyana xwe di nava têkoşînê de derbas kiriye jî Pinar Yilmaz a 47 salî ye.
Bavê xwe bi awayê kuştina kiryar ne diyar winda kir
Pinar Yilmaz a ku di 1'ê Gulana 1977'an de li gundê Çorsîn ê navçeya Tetwan a Bêdlîsê ji dayik bû, di sala 1993'an de hê zarokatiya xwe de rûyê îşkencekar û qetlîamker ê dewletê nas kir. Serpêhatiya têkoşînê ya Pinar Yilmaz a ku gundê wan hat şewitandin û bavê wê bi kuştina kiryar ne diyar hat windakirin, piştî van bûyeran dest bi têkoşînê dike. Dema ew zarok bû, mala ku bi malbata xwe re li gund lê dima, pêşî ji aliyê cendirme û leşkeran ve di serî de tê gulebarankirin, piştre jî bi ser mala wan de tê girtin û bavê wê ji aliyê cendirme û leşkeran ve tê birin û êdî nema vedigere. Pinar Yilmaz a ku wê rojê cara dawî bavê xwe dît, êdî tu agahî ji bavê xwe nagire. Pinar Yilmaz a ku di 16 saliya xwe de bavê xwe di encama kuştina kiryar ne diyar de winda kir, bi salan ji aliyê dewletê ve jî îşkence lê hatiye kirin.
Gotin ku miriye û avêtin çopê
Pinar Yilmaz a ku di sala 1999'an de piştî qetilkirina bavê xwe vê carê hedef hat girtin, bi "Torosa Spî" ku wekî temsîliyeta hizbil-kontra ye hat revandin û îşkence lê hat kirin. Ji bo Pinar Yilmaz a ku piştî îşkenceya 40 rojan gotin miriye û avêtin çopê êdî serdemeke nû dest pê dike
Bi rêya ÎHD'ê têkoşîna xwe didomîne
Pinar Yilmaz ku gelek caran îşkence lê hat kirin, hat binçavkirin û piştre hat girtin, niha jî weke rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê têkoşîna xwe didomîne. Em zilma dewletê ku Pinar Yilmaz heta niha dîtiye û têkoşîna wê ya li dijî vê zilmê ji devê wê guhdar dikin.
'Ew roj ji ber çavên mın naçin'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku di sala 1993'an de gundê wan ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û malên wan hatin gulebarankirin û diyar kir ku têkoşîna wê piştî tiştên ku di sala 1993'an de di 16 saliya xwe de dîtiye dest pê kiriye. Pinar Yilmaz got, “Ji komên ku me navê wan nediyar lê kiribû lê di rastiyê de nasnameya wan diyar bû gulebaran kirin. Bavê min wê demê nexwest me bi tenê bihêle, ji ber ku ez ditirsiyam. Dengê teqîn û çekan dest pê kir. Bi şev saet di 01:00 de li mala me lêgerîn hat kirin. Tevî ku em li hundir bûn jî mala me dihat gulebarankirin. Nêzî 15-20 deqeyan dewam kir, paşê dema ku deng biriya û me serê xwe ji pencereyê derxist, mamê min ku mala wî li hemberî mala me bû îşkence lê dihat kirin. Em hemû bi tirs li malê li bendê bûn. Ew roj qet ji ber çavên min naçe."
'Netirse keça min, ez ê werim...'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku kesên bi maske hatine mala wan û anî ziman ku dema dayika wê derî vekiriye bi qûdaxa tivingê li serê wê xistine û dayika wê li wir ji ser hişê xwe çûye. Pinar Yilmaz got, “Tavilê bavê min kişandin quncikekê û çek xistin devê me. Bi fenerê, şopên çekan û fîşekan li dîwaran mêze kirin û paşê ji bavê min re gotin: 'Em diçin.' Destê bavê min girtin û dûr xistin. Wê gavê min gazî kir:
'Bavo, neçe'. Li xwe zivirî û got: 'Netirse keça min, ezê werim' bi awayekî ku qet ji bîr nekim. Bavê min birin ser derenceyan, min sê dengê çekan bihîst. Agahî didan hev ku ji bo bibêjin me yek dît. Saetek derbas bû diya min nedihat ser hişê xwe. Em diqîriyan. Ez li derî dinêrt bê ka bavê min hat an na. Diya min bi ser hişê xwe hat û got: "Bavê we li ku ye?" Piştî ku min got bavê min birin dest bi qîrînê kir. Wek diya min fêm kir ku wê çi bibe."
'Bi hêviya ku wê hişyar bibe min destê bavê xwe berneda'
Pinar Yilmaz wiha pêde çû: "Birayê min diqîriiya û digot 'Hayretîn kuştine'. Ew nizane yê mirî bavê wî ye. Diya min li wir ji eskeran dipirse, "jînê min li ku ye?" Ez ber bi aliyê ku birayê min diçû çûm û dema ez çûm wir min xwîn dît. Derket holê ku îşkenceya li bavê min li wî baxçeyî dest pê kiriye. Dema ez çûm ber dara gûzê, min mejîyek dît, lê min nedizanî ku dê mejiyê mirovan be. Min ew berhev kir û qet ji hev nekir xwar, wekî ku bû li wir bû. Bavê min li wir razayî bû û destên wî yên şikestî 2-3 caran hatibûn girêdan. Me cenazeyê bavê min xist nav betaniyekê û bir qada gund. Min qet destê bavê xwe berneda heta meydana gund, bi hêviya ku şiyar bibe."
'Min heta 29 saliya xwe mejiyê bavê xwe bi xwe re hilgirt'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku kefenê spî yê ku bavê wê pêçabûnê di nava xwînê de bû û got ku ew tucarî wê kêliyê ji bîr neke û got," Min mejiyê bavê xwe di himbêza xwe de digirt heta ku ez bûm 29 salî."
Ji ber zextan koçber bûn
Pinar Yilmaz, anî ziman ku piştî qetilkirina bavê wê rastî zextên dewletê hatin û anî ziman ku piştî gundên wan hatin valakirin ketin ser rêya koçberiyê. Pinar Yilmaz a ji ber zilma dewletê bi malbata xwe re koçberî Wanê bû, diyar kir ku li Wanê zext bi dawî nebûne, ew jî bi heman tiştî re rû bi rû ne û got, "Li deriyên me didan û digotin ku ew nahêlin terorîst li vir bijîn."
'Bi Torosên Spî min revandin'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku piştî bavê xwe winda kiriye ketiye nava têkoşînê û got ku ji roja ku ketiye nava têkoşînê heta niha timî bi ferzkirina sîxurtiyê re rû bi rû maye. Pinar Yilmaz serpêhatiyên xwe wiha vedibêje: “Di sala 1999’an de timî rastî tehdîd û îşkenceyê hatim. Cara dawî ez ji aliyê 'Torosê Spî' ve hatim revandin. Dest, ling û çavên min girtin û min birin navenda îşkenceyê ya ku jê re digotin 'cihê rastîn'. Pêşî dest bi axaftinê kirin. Dema min nepejirand, gotin, binere, tê lêdanê bixwî, em ê te bikujin, em ê tecawizî te bikin. Sond xwarin. Dema hatin cem min, ez keniyam û min got: 'Ez qebûl nakim, herî zêde tê min bikujî'. Wan goştê destên min û deverên hestiyar bi pense dihejandin û hewl didan ku wî jê bikin. Ji min re digotin, 'Bigirî, ji bo ku em te berdin, ez soz didim ku em ê te berdin'. Min xwe bi xwîna xwe xwedî dikir. Min hewcedariya xwe yên bi avê bi xwîna ku ji çeneya min ya şikestî diherikî, peyda dikir. Bi rojan ceryan dan laşpê min hewcedariya min pir bi avê hebû, dema ku min av xwest, li ser min mîz dikirin. Wê gavê ez dîsa bi ava sar ji xew şiyar dibûm û dema ez ji xew şiyar bûm tenê gotina 'Tu dê biaxivî, dê biaxivî an jî dê biçî nezel'. Tehdît dikirin û gotin 'Me çi anî serê bavê te em ê li te jî bikin'."
Gotin dibe ku miribe û avêtin çopê
Pinar Yilmaz, anî ziman ku bi hefteyan dîl hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin û diyar kir ku di îşkenceya dawî de ji ser hişê xwe çûye. Pinar Yilmaz a ku bi fikra dibe miriye avêtin çopê dibêje ku danê êvarê ji aliyê xebatkarên paqijiyê yên ku ji bo berhevkirina çopê hatine ew dîtine. Pinar Yilmaz wiha got: “Dema ku min çavên xwe vekir ez wek mûmyayê bûm. Malbata min jî nizanibû, demek dirêj li min geriyabûn. Meh derbas bibûn û dema ku her kesî hêviya xwe ji min qut kir. Ez hatim dîtin. Di navbera revandina min û dîtina min de bi qasî 50 roj hene. Ji ber ku diya min nexweş bû, min xwest pêşî hevalên min bên agahdarkirin. Bi kurtasî min tiştek ji wan re got. Gazî diya min kirin û gotin ez hatime dîtin û ez baş im. Piştre bi piştgiriya İHD û TÎHV'ê ji bo dermankirinê çûm Enqereyê. Dema tedawiya min qediya dîsa hatim Wanê. Bê guman, min di wê heyamê de gelek emeliyat kirin û dem lazim bû ji bo baş bibim."
Hat girtin, li dijî îşkenceyê agir berda bedena xwe
Pinar Yilmaz a ku di salên 1990'î de îşkence lê hat kirin, di demên dawî de jî berdewam kir, bi girtinê hewl hat dayîn biçewisînin. Îşkenceya li ser Pinar Yilmaz a ku di sala 2003'an de li cihê ku bi hevalên xwe yên li Wanê re rûniştibû hat binçavkirin, li girtîgehê dewam kir. Pinar Yilmaz a ku hê birînên wê nehatine dermankirin, di encama îxbarê de 1 sal û 5 meh in di girtîgehê de ye. Pinar Yilmaz a ku 9 mehan di hucreyê de bi tena serê xwe têkoşiya got, “Nekarîn bikujin, vê carê polîtîkaya girtinê kirin meriyetê. Ez birim Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Dema ez ketim girtîgehê rastî îşkenceyê hatim. Min bi piştgiriya girtiyeke edlî hewl da ku serê xwe bişom û wê jî alîkariya min kir ku cilên xwe li xwe bikim. Daxwazname ji min re anîn û gotin, 'Biçin qawîşa serbixwe hûnê zû tahliye bibin'. Serê sibê min daxwaznameyek nivîsand û daxwazên wek televizyon û semawerê kir. Li hemberî daxwaza min midûrê girtîgehê ji min re got, 'Li vir cihê terorîstan tune ye." Wî got ku eger ez bibim îtîrafkar dê her tiştî bînin. Di 8'ê Adarê de kolonya û kulîlk wek diyarî şandin. Min kolonya veşart. Wê şevê piştî ku gardiyanan êrîşî min kir, min agir berda hucreya xwe û xwe şewitand. Min rakirin nexweşxaneyê, piştî ku birînên min hatin dermankirin min dîsa anîn girtîgehê."
'Roja ku min hevalên xwe dîtin ez kêfxweş bûm'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku roja piştî çalakiyê sirgûnî Girtîgeha Mûşê hatiye kirin û wiha got: “Wê rojê ji kêfa, min birînên xwe ji bîr kirin. Hevalên min dema min dîtin dest bi girî kirin. Hemûyan min hembêz dikirin û giriyan lê ez dikeniyam. Wan yekser hewcedariyên min ên kesane pêk anîn. 9 mehan min bawer nedikir ku ez ê bi rastî sax bim an dîsa wan bibînim. Nêzîkatiya hevalên min ên jin li wir, hembêzkirin û hêza wan tiştekî din bû. Piştî sê meh û nîvan, di danişînê de hatim berdan. Min têkoşîna xwe berdewam kir. Ji ber vê yekê, min tu carî dev ji van lêgerîn û têkoşînê berneda. Soza min ji bavê min re heye. Heta ku ez sax bim, heta ku kujer bi rastî bên darizandin ez ê têkoşîna xwe bidomînim."
'Ez bi şahadeta bavê xwe ji nû ve hatime dinê'
Pinar Yilmaz, anî ziman ku têkoşîna wê di roja qetilkirina bavê wê de geş bûye, diyar kir ku piştî ji girtîgehê derket gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Pinar Yilmaz wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Vê sîstemê min ji tunebûnê afirand. Ez bi şehadeta bavê xwe ji nû ve hatime dinê. Min fêm kir ku ez kurd im, xwedî nasname û jin im. Bi sedan jinên ku vana tecrube dikin hene. Banga min ji bo jinan ev e, her çendî ne tenê desthilatdariyê, di heman demê de zîhniyeta zilamsalar tundiyê li me bike jî, divê bizanin têkoşîn çawa ye."